Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ hate vekirin 2025-11-27 12:15:12 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, bi navê dîroknasa jin a Kurd a ewil Mestûre Erdelanê pirtûkxaneyek vekir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, di çarçoveya projeya “Ji bo her taxekê pirtûkxaneyek” de li Taxa Şêx Şamîl a Rezanê “Pirtûkxaneya Mestûre Erdelan” vekir. Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîm hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşeredarên Rezanê Sîraç Çelîk û Leyla Ayaz, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.   Serra Bucakê di merasîmê de bi bîr xist ku wan heta niha gelek pirtûkxane vekirine û keyfxweşiya xwe ya ji eleqeya ciwan û xwendekaran a ji bo vekirina pirtûkxaneyê anî ziman.    Hevşeredarê Rezanê Sîraç Çelîk jî diyar kir ku ji bo gel û ciwanan çi ji destê wan were dikin û got: “Ciwan pêşeroja me ne. Hûn ê bixwînin, sibê jî hûn ê tiştên baştir bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ciwanên me bixwînin, xwe bizanibin û xwe bi rêxistin bikin.”   MESTÛRE ERDELAN KÎ YE?   Navê wê Mah Şeref Xanim û nasnavê wê Mestûre bûye. Derdora sala 1804’an li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di zemanê Xusrew Xanê Erdelanî de ku waliyê Sineyê bû û bi navê xwe yê “Nakam” tê naskirin, xan û mala Qadiriyan ji hevûdu aciz bûne, piştre aş bûne û bûne xizmên hev. Mestûre bûye hevjîna Xusrew Xanê Erdelanî. Xan, di helbestên xwe de pesnê Mestûre Erdelanî û ew jî di helbestên xwe de pesnê xan dide. Mestûre Erdelanî ku di beşa helbestê de kesek jîr bû, helbestên xwe bi zimanên Kurdî û Farisî nivîsandiye.    Piraniya helbestên wê winda bûne. Tenê du hezar beyt mane ku bi saya Me’rîfetê sereke çanda Sineyê û Mîrza Esedulla Xanê Kurdistanî, bi qasî 20 sal beriya niha li Tehranê hatin weşandin. Ev ji bilî wan helbestên ku di dîroka Farisî de nivîsandî ne.    Mestûre Erdelanî, di 44 saliya xwe de, di sala 1847’ê de li Silêmaniyeyê wefat kir.