Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê 2025-11-25 09:16:10   WAN - Hat diyarkirin ku Burhan Nas ê ku tevî astengdariya wî ya zihnî heye cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û du sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, nikare hewcedariyên xwe jî bi cih bîne.   Burhan Nas ê ku di sala 2019’an de li Şirnexê di çarçoveya doza ku dihat darizandin de hate girtin, tevî rapora astengdariya zihî ya nexweşxaneyê nayê berdan. Rexmê raporê jî, dadgehê cezayê muebeda giran li Nas birî. Dadgehê di biryara xwe de îfadeyên nakok ên şahidên di dozê de û rewşa ehliyeta cezayî ya Nas paşguh kir.   RAPORA RAM'Ê   Di rapora fermî ya nirxandina perwerdeya taybet de ku Navenda Rêberî û Lêkolînê (RAM) beriya bi salan der barê Burhan Nas de amade kiribû, teşxîsa "kêmasiya zihnî ya asta sivik" hatibû danîn. Rapora navborî di 15'ê Nîsana 2009'an de hatibû amadekirin û heta 14'ê Nîsana 2010'an derbasdar bû. Di raporê de hat destnîşankirin ku pêdiviya wî bi piştgiriyê û lênihêrînê jiyana rojane heye; herwiha divê ji xizmetên perwerdeya taybet sûd wergire. Lê tevî vê raporê jî cezayê muebeda giran li Nas hate birîn.   Li dijî ceza, malbatê destnîşan kir ku ev rapor bi awayekî aşkera diyar dike ku kapasîteya bersûc ji bo nirxandina bûyeran sînordar e, rexmê vê yekê, ne xwestina raporeke din ji Saziya Tiba Edlî (ATK) an jî desteyeke din a tenduristiyê ji aliyê dadgehê ve îxmalkariyeke cidî ye.   NAKOKIYÊN DI ÎFADEYAN DE   Îfadeyên du zarokên di dozê de, hem bi hev re hem jî bi herikîna fîzîkî ya bûyerê re nakok bûn. Zarokekî gotibû ku bersûc ew "ji bo berhevkirina xurdeyan" biriye, lê yê din îdîa kir ku bersûc bi kêrê gef li wan xwaririye. Di derbarê dema ku li Sûriyeyê mane de jî cudahî hebû; yekî gotibû rojekê mane, yê din jî gotibû nêzî 15 rojan mane.   REXMÊ NAKOKIYAN CEZAYÊ MUEBBEDÊ   Parêzerê malbatê got ku paşguhkirina hem îfadeyên nakok ên zarokan hem jî rapora li ser rewşa zihnî ya bersûc, binpêkirina giran a mafê darizandina adil e. Tevî hemû îtîrazan, dadgehê Nas serbest berneda.   2 SAL IN DI HUCREYÊ DE TÊ RAGIRTIN   Nas ê ku li Girtîgeha Girtî ya Meletiyê tê girtî ye, du sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Birayê Nas diyar kir ku rewşa birayê wî roj bi roj xirabtir dibe û got: "Du meh berê em çûn hevdîtina wî, rewşa wî xirab bû. Birayê min astengdarê zihnî ye. Lê tevî vê yekê jî di hucreya yekkesî de tê girtin. Têxistina wî ya di hucreya yekkesî de rewşa wî hîn xirabtir kir. Niha hewcedariyên xwe jî nikare bi cih bîne. Em dixwazin ku birayê min tavilê were berdan."   MA / Zeynep Durgut