Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e 2025-09-18 10:24:57 MÛŞ - Mêşvan Mehmet Torun ê ku ji bo mêşvaniyê ji Ordûyê hatiye Gimgimê, diyar kir ku ji ber berhemdariya kêm a îsal qelîteya hingiv jî kêm bûye.   Kurdistan ji ber dewlemendiya xweza û cureyên kulîlkan, di demsalên bihar û havînê de bû yek ji cihên herî zêde bala mêşvanan kişandî. Yek ji bajarê ku ji hêla avhewa û curbicuriya xwe ji bo mêşvaniyê guncav jî navçeya Gimgimê ya Mûşê ye. Mêşvanên ku di meha Gulanê de berê xwe dan Gimgimê, nêzî 5 mehan li cir dimînin û piştî di meha îlonê de hingivê xwe berhev dikin jî dîsa dest bi rêwîtiya xwe dikin.    JI ORDUYÊ HATE GIMGIMÊ   Mêşvanê bi navê Mehmet Torun ku ji Orduyê hatiye Gimgimê, 5 mehan li vir mêşvanî kir. Torun, diyar kir ku avhewaya Orduyê ji bo mêşvaniyê guncav nîne lewma hatiye Gimgimê. Torun, got ku di salên dawî de avhewa diguhere û ev jî dike ku berhem kêm bibe û qelîteya wê bikeve. Torun, got: “Di gulanê de hatim Gimgimê û mêşên xwe zêde dikin. Her tişt girêdayî zivistanê ye. Dema di biharê de hewayê zivistanê nebe, sir li çîçekan nade. Wê demê berhem zêdetir dibe. Lê dema di biharê de hewa sar be, wê demê bandor li her tiştekî dibe.”    Torun, got ku payîz demsala komkirina hingiv e û got: “Piştî serma dest pê kirî, koça me dîsa dest pê kir. Her kes nikare malbata xwe bîne. Weke min. Ji ber ku zarokên min hene. Bax û bîstanên me hene. Lewma hemû zehmetiyan mirov bi tena serê xwe dijî. Em bi xelkê gund re baş lihev dikin.”    LÊÇÛNÊN MÊŞVANIYÊ   Torun, bal kişand ser lêçûnên mêşvaniyê jî û got: “Lêçûnên me jî ji ber şekir û neqliyê çêdibin. Sotemenî biha ye lewma tu neqliye ji 50 hezar TL’an kêmtir naçin. Hatin û çûn dibe 100 hezar lîre. Şekir jî 5 sal berê bi 210 TL’an bû lê niha bûye 2 hezar TL. Ma dê mêşvan çawa vî barî ragirin? Heta heqê zeytûn û penîr jî yê hingiv derbas kiriye. Em xusaret dibin. Ji neçarî em di rewşekî nebaş de debara xwe dikin.”    ‘TEŞWÎQ KÊM E Û MÊŞVANÎ LI BER TUNEBÛNÊ YE’    Torun, diyar kir ku karê mêşvaniyê li ber tunebûnê ye û got: “Diviyabû kooperatîfek hebûya. Divê dewlet mêşvaniyê teşwîq bike. Piştgiriyê dide lê pir kêm e. Ez 200 hezar TL’an didim heqê şekirê. Dewlet jî ji bo 150 mêşan tenê 40 hezar TL’an dide. Ma dê bi vî pereyî çi were kirin? Lêçûn zêde û piştevanî kêm e. Divê dewlet zêdetir piştgiriyê bide mêşvanan û xwedî lê derkeve.”