‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’ 2022-08-10 16:57:45 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan di roja 97’emîn a Nobeda Edaletê de li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê kom bûn û xwestin dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, di roja 97’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Tîpa F’yê berdewam kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedna zindanan” û “Heq, hiqûq û edalet” berz kirin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bayrakliyê piştgirî dan çalakiyê.    Hevseroka HDP’a Bayrakliyê Ayşe Silik axivî û diyar kir ku ew li cem malbatan in û girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû mane û got: “Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Dema wan dibin nexweşxaneyan jî bi kelemçeyê muayeneya wan dikin. Divê dawî li polîtîkaya tecrîda li ser girtiyan were.”    Silik da zanîn ku Çevîk Bîr ê bi sûcdariya darbeye girtîbû ku bi nexweşîna demansê ketiye hat berdan lê Aysel Tûglûk ku bi heman nexweşînê dijî nayê berdan û xwest tavilê ji bo girtiyên nexweş edalet pêk were.