Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike

  • ciwan
  • 09:02 5 Adar 2023
  • |
img
MELETÎ - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku xebatên xwe yên di çarçoveya "xeleka jiyanê" de didomîne, got ku dê li Meletiyê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bikin. 
 
Piştî erdhejê, gel li Meletiyê bi piştevaniyê birînên xwe dicebirîne. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji roja ewil ve li Meletiyê xebatên xwe didomîne. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku kampanyaya "Xeleka Jiyanê" daye destpêkirin, destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî dê xebatên wan ên piştevaniyê bidomin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê Aydin Koçûk, anî ziman ku li Meletiyê û bajarên din ên bandor ji erdhejê girtine xebat bi piranî ji aliyê torên dilxwaz ve tên kirin. Koçûk bilêv kir ku ji roja ku erdhej çêbûye heya niha bi awayekî rêxistinkirî dixebitin û got: "Alîkariyên ku hatin me di demeke kurt de gihandin kesên pêdiviya wan pê heye." 
 
Koçûk da zanîn ku li herêma erdhejê ji xeynî zextan rastî astnegiyên polîs û leşkeran jî tên û got: "Em li her bajarê rastî êrişan hatin. Lê me xebatên xwe domandin û em bi awayekî çalak rol digirin. Li van deran gel dibêje, 'Me heya nih HDP'ê nas nedikir, lê ewilî hûn hatin.'" 
 
‘EM Ê QADÊN CIVAKÎ AVA BIKIN'
 
Koçûk diyar kir ku ew Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li hemberî "xeleka mirinê" ya dewletê kampanyaya "Xeleka jiyanê" dane destpêkirin û li her derî bi vê dirûşmeyê dixebitin û got: "Pêşî me kêmasiyên zaork û jinan ku zêde bandor ji erdhejê girtine, peyde kirin. Me ji bo zarokan park ava kirin û em qadên jiyanê yên nû ava dikin. Me li Meletiyê starta vê yekê daye. Em ê parkên zarokan çêbikin. Em ê qadên ji bo lîstikan û qadên civakî ava bikin. Em û zarokan em bi gogê dilîzin. Ji bo em bi kêrî gelê xwe bin em bi awayekî çalak dixebitin." 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Gorenmek jî got: "Me heya niha gelek xebat kirin. Niha jî em ê di çaçroveya kampanyayê de li Meletiyê Parka JIyanê ya BErkîn Elvan ava bikin."
 
Gorenmek bang li ciwanan kir ku daxilî nava kampanyaya "Xeleka jiyanê" bibin.