DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû

  • ciwan
  • 17:09 26 Mijdar 2022
  • |
img
 
ESKÎŞEHÎR - Meclisa Xwendekaran a Demokratîk diyar kir ku li Rojava ya êrişî wê tê kirin şoreşa jinan ji aliyê gelên cîhanê ve hate pejirandin û wiha got: “Kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ ev gotin di qirika wan de man.”
 
Meclisa Xwendekaran a Demokratîk (DOM) li navendeke çandê ya li Eskîşehîrê 1’emîn Komxebata Asayî ya Bajêr li dar xist. Di komxebatê de pankarta “Bi Zanîngehên Azad-Xweser Ber Bi Civaka Demokratîk ve” û dowîzên “Zext, girtin û binçavkirin nikarin me têkbibin” , “Bijî şoreşa ronak a Rojava” , “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin” li eywanê hatin daliqandin. Wêneyê Endama Lêkolînê ya Jineolojiyê rojnamevan-nivîskar Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin hate daliqandin. 
 
‘HEVIYA JIYANÊ DI CIWANAN DE YE’ 
 
Yek ji xwendekaran Kadîr Barkin ê di komxebatê de axivî, diyar kir ku ciwan bi girtin û binçavkirinan dixwazin bên qutifandin û wiha got: “Tevî zextan jî xwendekar nasekinin. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Ev şer li dijî ciwanan, jinan, gelan û hemû zindiyan tê meşandin. Li hemberî me hişmendiyeke faşîst a ji xwînê têr nebe heye. Yekane hêza ku li dijî vê hişmendiyê bisekine ciwan in. Hêviya jiyanê di ciwanan de ye.”
 
‘ME BI CIWANTÎ DEST PÊ KIR ÊM Ê BI CIWANTÎ SERBIKEVIN’
 
Yek ji xwendekara ku li ser navê hevalên xwe yên di bin çavan de axivî, Evîndar Bayhan jî bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku ciwanên welatparêz dehf bidin nava tarîtiyê. Bayhan, bal kişand ser gotinên “Kurd nînin, pirsgirêka kurd nîne” û wiha got: “Cih hat em bûn ‘terorîst’ lê em bi berxwedana xwe hatin vê rojê. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinan ji aliyê gelên cîhanê ve hate pejirandin. Kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ ev gotin di qirika wan de man. Şoreşa Rojava îro li hemû cîhanê deng veda. Me di serî de jî got me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin.”
 
‘BI MILYONAN CIWANÊN BÛNE BERÎTAN HENE’
 
Fatma Çûbûk jî anî ziman ku ketine nav destpêka pêvajoyeke nû û wiha axivî: “Şerên di 20 salên dawî de li ser gelên Rojhilata Navîn tên meşandin, li welatên din xwe dide hîs kirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Îranê heman refleksan xwe li Efxanîstan û Tirkiyeyê da nişandan. Rejîma Îranê bi salan e jinan ji jiyanê vediqetîne. Ji ber ku dizane ku heke jin deng derxîne, wê desthilat hilweşe, ji bilî vê gelê kurd ê li her çar parçeyê Kurdistanê jiyana nû kêlî bi kêlî dihûne heye. Helwestên du rû yên netew dewletên ku berdewamê hev in didomin. Îro malbata Barzanî ji bo hesabên xwe yên qirêj, li ser xeta îxanetê ye lê li dijî vê îxanetê bi milyonan kurdên dibin Berîtan hene.”
 
‘HEWL DIDIN CIWANAN BIQÛTIFÎNIN’ 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqereyê Vezîr Parlak jî destnîşan kir ku ciwanan hemû lîstikên desthilatê pûç kirin û got: “Polîtîkayên înkar û pişaftinê yên li ser gele kurd berdewam dikin. Desthilat êdî dibine ku ev berdewam nake ji ber ku ciwanên kurd û dostên wan li Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşîna herî mezin didin. Hewl didin ciwanan bi polîtîkayên zext û pişaftinê bi qûtifînin. Em 30 sal in li metropolan dijîn lê em ê li dijî polîtîkayên desthilatê yên pişaftinê parastina xwe ya ziman û çanda xwe bidomînin.”
 
Komxebata ku bi beşa pirs û bersivan berdewam kir, bi guhdarkirina helbest û gerandina govendê bi dawî bû.