Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin

  • ciwan
  • 11:14 21 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Meclisa Ciwanan a HDP’a Rihayê li dijî tiryakê turnuwa futbolê li dar dixe. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêxistina Rihayê li dijî tiryakê her ku diçe belav dibe û di nava civakê de bûye sedema krîzên tenduristiyê dadikeve sehên futbolê. Meclisa Ciwanan bi dirûşma “Tu jî li dijî tiryakê golek biavêje” turnuwaya futbolê li dar dixe. Meclis vê turnuwayê diyarî Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de hat kuştin kiriye. Tîmên ku dixwazin tev li pêşbaziyê bibin heta 5’ê tîrmehê dikarin serî li Meclisa Ciwanan a HDP’a Rihayê bidin. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek banga beşdariya turnuwayê li ciwanan kir.