Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin

  • ciwan
  • 11:42 4 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag di civîna ciwanan de axivî û got: “Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiya xwe civiya. Gelek ciwan tev li civînê bûn. Berdevka Meclisa Ciwanan û Parlamentera Amedê Dersim Dag di destpêka civînê de axivî. Dag destnîşan kir ku demek dirêje Meclisa wan biryarên Meclisbûnê xistiye meriyetê û ev civîna ewil a Meclisa Ciwanan a Navendî ye ku li dar dixin û ji bo xebatên ciwanan serkeftinê xwest. 
 
‘RÊXISTINBÛYÎNA ME BERSIVA MEZIN E’ 
 
Dag anî ziman ku demek dirêje li ser endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û xwendekaran bi awayek sîstematîk binçavkirin, girtin û revandin pêk tên û got: “Me mînaka vê ya dawî li Amedê hefteyek berê dît 10 hevalên me ku endamên Meclisa me ne bi awayek dijhiqûqî hatin girtin. Em li vir silavên xwe ji wan re dişînin. Îktidara ku hewl dide xebatên Meclisa me bi binçavkirin, girtin û zextan têk bibe, îro vê civîna me bersiva herî mezin ji bo wan e. Em ê rêxistinbûna xwe berbelav bikin û bersiva herî baş bi vî awayî bidin îktidarê.” 
 
‘EM Ê FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN’
 
Dag diyar kir ku êrişên sîstematîk ên îktidarê tenê li ser endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê pêk tên û wiha axivî: “Di demên dawî de êrişên zêde li ser xwendekarên zanîngehan jî pêk tê. Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê û xwendekarên ODTU’yê bi awayek dijhiqûqî hatin binçavkirin. Armanca van zext û binçavkirinan ew e ku rêxistinbûyîn û xebatên ciwanan û xwendekaran lawaz bikin û têk bibin. Em baş dizanin ku wê endamên Meclisa me û ciwanên rêxistinên din serî li ber gef, zext û binçavkirin û girtinên vê îktidarê serî netewînin. Me têkoşîn û ruhê Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlum Dogan, Alî Çîçek û gelek cangoriyên din dewr girtiye û em ê viya heta dawî bidomînin. Em li vir carek din destnîşan dikin ku em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin.
 
'CIWAN SERÎ NATEWÎNIN' 
 
Ciwan wê li ber van êrişan serî netewînin. Ciwan wê xwe bi xwe hilberînin û xwe hişmend bikin û dê her tiştî bi xwe bikin. Em ê hin bêtir xwe bi rêxistin bikin û wê berxwedana me bi ser bikeve. Em ê her rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Serkeftin wê ya e be. Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ê tên ku iktidara ciwanan ava bikin. Wek ku ciwan her tim dibêjin, ray may ji bo AKP’ê tune ne. Ciwan dê bi xwe îktidara xwe, gotina xwe ava bikin û dê îradeya xwe nîşan bidin.”
 
Piştî axaftina Dag civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.