Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin

  • ciwan
  • 15:31 27 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser zimanê kurdî û betalkirina konserên hunermendên kurd protesto kirin. Xwendekaran stranên kurdî gotin û govend gerandin. 
 
Piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi mebesta protestokirina qedexeyên li ser zimanê kurdî û betalkirina konserên hunermendên kurd, çalakî li dar xistin. Xwendekarên ku li pêşiya Fakûlteya Hiqûqê hatin ba hev, li dijî qedexe û astengkirinan stranên kurdî gotin, govend gerandin û qedexe protesto kirin.