Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê

  • ciwan
  • 16:18 22 Gulan 2022
  • |
img
DÎLOK - Ciwanên HDP'î têkildarî binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê daxuyanî dan û gotin ku dê bi mezinkirina têkoşînê re bersivê bidin êrişên faşîzmê. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê, bi meş û daxuyaniya çapameniyê binçavkirina Endamên Meclisa Ciwanan a Amedê protesto kirin. Ciwanên ku li pêşiya avahiya Rêxistina Navçeya Şahînbey hatin cem hev, pankarta "Zext dê nekarin me têk bibin", "Ciwan serî li ber we natewînin" vekirin û ber bi Taxa Vatanê ve meşiyan.  
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Avnî Bînîcî destnîşan kir ku ev demeke dirêje li ser partiya wan zextekî giran heye û wiha got: "Ji bo tunekirina bingeha siyasetê vê zextê li me dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku têk diçe, dixwaze bi êrişên li dijî me xwe xelas bike."
 
'CIWAN DÊ TESLÎM NEBIN'
 
Piştre jî li ser navê Meclisa Ciwanan Abdurrahman Elmas axivî û destnîşan kir ku xebatên wan tên îllegalîzekirin. Elmas, da zanîn ku faşîzma AKP-MHP'ê ciwanan bo xwe weke gef dibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariyê dît ku konsepta ku wan a li dijî kurdan, ciwanan, siyaseta demokratîk û gelan xistibû dewrê di 8'ê Adarê û Newrozê de têk çû. Daxwaza wan ew e ku bi hedefgirtin û zextan ciwanan ji têkoşînê dûr bixin. Li her qadê bi mezinkirina têkoşînê re em ê bersivê bidin faşîzmê. Ciwan dê teslîmî polîtîkayên zext û tundiyê nebin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Ciwan dê tevî hemû zextan û binçavkirinan jî gavekê paş de navêjin û serî li ber tundiyan netewînin."
 
Çalakî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Ciwan li vir in, li ser pêya ne" û çepikan bi dawî bû.