Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin

  • ciwan
  • 09:01 9 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Seyît Guler, ji bo mezinkirina kampanyaya li dijî tiryakê dane destpêkirin, bang li hemû ciwanan kir. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10'ê Îlonê de li Amedê starta kampanyaya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyana nû ava bikin" dabûn. Xebatên kampanyayê didomin û heya niha di çaçroveya kampanyayê de lo gelek bajaran, çalakiyên cur bi cur hatine lidarxistin. Ciwanên HDP'î kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin û bi geşt, şano, atolye û semîneran xwe digihînin ciwanan. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Seyît Guler, derbarê kampanyayê û armanca wê de axivî. 
 
CIWAN HEDEF TÊN GIRTIN
 
Guler, diyar kir ku ciwan di nav pençikên tiryak û fuhûşê de ne û yên herî zêde nesîb ji polîtîkayên pergala kapîtalîst girtine jî ciwan in. Guler axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku ciwan hîmê civakê û kirdeya civakê ne, ev yek ji bo netew-dewletan dibe cihê talûkeyê." 
 
Guler, destnîşan kr ku ev polîtîka herî zêde li bajarên herêmê pêk tên û got: "Em dizanin ku ev ne tiştekî rasthatinî ye. Ev polîtîka bi zanebûnî li Kurdistanê tên pêkanîn. Em jî li dijî van polîtîkayan têdikoşin."
 
AVAKIRINA JIYANA NÛ
 
Guler, destnîşan kir ku kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de deklere kirine dê ji bo ciwanan bibe alternatîf û got: "Em ê di vê çarçoveyê de tûrnûvayên fûtbolê, çalakiyên şanoyê û xebatên atolyeyê li dar bixin. Her wiha em ê li parkan, baxçeyan, li taxan bi ciwanan re bicivin. Em ê pêwendiyê bi ciwanan re deynin û guh li fikir, hest û pêşniyarên wan bikin. Em ê bi vî awayî tevî ciwanan û jinên ciwan jiyana nû ava bikin. 
 
'EM HÊVIYÊ BIRÊXISTIN DIKIN'
 
Guler, bilêv kir ku bi vê kampanyayê hewl didin ku xwe bigihînin ciwanên ji aliyê pergalê ve bê alternatîf hatine hiştin û got: "Em hewl didin alternatîfekê bidin ber wan. Em di vî warî de hêviya ji bo jiyana nû birêxistin dikin. Em bawer dikin ku dê hemû ciwan piştevaniya vê avakirina jiyana nû bikin."