Orak a hatibû revandin serbest hat berdan

  • ciwan
  • 15:10 3 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak a polîsan revandibû û pişt re derketibû ku li TEM’ê ye, hat berdan. 

 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ezgî Orak, ku di 29'ê Îlonê de li herêma Cebecî ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hatibû revandin û tevî îxbara hat kirin gotin “qeyda pîlaqeyê nîne” li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Bajêr derket, piştî kirariyên wê yên li miduriyetê temam bûn hat berdan.  
 
 
Sûltan Taş û Turkan Odûncû yên bi Orak re hatibûn binçavkirin jî piştî wergirtina îfadeyên wan hatin berdan.