'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'

  • ciwan
  • 23:57 25 Îlon 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç di panela derbarê pêgirtîbûna tiryakê de axivî û destnîşan kir ku armanca van pêkanînan dejenrebûna civakê ye û got: "Heger em xwe birêxistin bikin em ê karibin civakê azad bikin." 

 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tiryakê û dejenerbûnê bi dirûşmeya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin jiyana nû ava bikin" panelek li dar xist. Panel li kompleksa werzîşê ya li Taxa Nûrê ya Silopiyayê hat lidarxistin. Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP'ê yên navçeyê û bajêr, Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek ciwan tevli panelê bûn. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir û Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hsana Ozguneş, aktivîsta TJA'yê Asûman Kulter û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç wekî panelîst tevli panelê bûn. Sînevîzyona ku behsa têkoşîna ciwanan dike hat nîşandan. 
 
SERDEST JI CIWANAN DITIRSIN
 
Di panelê de Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku pêşeroja civakê ciwanên û behsa meclîsên ciwanan ên sumeran kir. Ozguneş, anî ziman ku ji roja ku dewlet hatine avakirin heya niha hewl didin wekî hêzekê ciwanan di dest xwe de bihêlin û got: "Serdest, ciwanên serwext wekî talûkeyê dibînin. Lewma berê wan didin fuhûşê, tiryakê û pêgirtîbûnê. Li dibistanan, kuçeyan fuhûş û tiryak tê berbelavkirin. Armanc, ciwanine tepisandî baifirînin. Divê em li hemberî vê xwe birêxistin bikin." 
 
BANGAWAZÎ JI BO RÊXISTINBÛYÎNÊ
 
Aktivîsta TJA'yê Asûman Kulter jî bal kişand ser lîstikên qirêj ên bi zanebûnî li ser ciwanan tên lîstin û got: "Divê ciwanên me li hemberî vê serwext bin. Divê civaka me li hemberî van lîstiên qirêj hişyar be. Divê em xwedî li ciwanên xwe derkevin, ji lew re ciwan pêşeroja me ne. Heya em hebin em ê xwedî li kuçeyên xwe, civaka xwe û ciwanên xwe derkevin." 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç jî anî ziman ku li ser civakê û bi taybetî jî ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên pêkanîn û bi van rêbazên şerê qirêj ê taybet tê xwestin ku cvak dejenere bibe û got: "Armanca serdestan, civaka xwedî li dîroka xwe û têkoşîna xwe dertê tune bike. Ev pêkanîn, polîtîkayine bi zanebûnî ne. Divê ciwanên me li kuçeyên xwe, li taxên xwe û li bajarên xwe xwedî li jiyana xwe derkevin. Divê li hemberî tiryakê bitêkoşin. Lewm divê em xwe birêxistin bikin. Heger em xwe birêxistin bikin, em ê karibin civakê azad bikin." 
 
Panel, bi berzkirina “Bijî berxwedana HDP’ê” bi dawî bû.