Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin

  • ciwan
  • 14:47 23 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Endama berê ya Meclîsa Ciwanên HDP’ê Betul Unsal a di çarçoveya lêpirsîneke derbarê wê de hatibû vekirin çû dozger îfade bide, hat girtin.
 
Endama Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Betul Unsal di çarçoveya lêpirsîneke ya aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anqerê bi rêve bir de, di operasyona 26’ê Çileyê de derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Unsal ji bo ku îfadeya xwe bi de çû edliyê û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn. 
 
Dozgerê ku îfadeya Unsal girt, îfadeyên şahidê nepen ên derbarê Unsal de hincet nîşan da û  bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê kirin” û “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir.  
 
Unsal a li 6’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Enqerê îfade da, bi heman hincetê hat girtin û wê şandin Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê.