Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin 2024-02-04 17:31:00   STENBOL - Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 1000 name” de ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name hatin şandin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrdê aktîvîtiya “Ji Îmraliyê re 1000 name” li dar xist. Aktîvîteya ku gelek ciwan tev li bûn de bi rêzgirtinê dest pê kir. Di aktîvîteyê de her tim dirûşmeyên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    JI ÎMRALIYÊ RE NAME HATIN ŞANDIN    Di aktîvîteya ku sînevîsyon hate pêşkeşkirin de Koma Hevra stran gotin û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî şano lîst. Piştî çalakiyan ji bo ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re bên şandin name hatin nivîsîn. Ciwanan di nameyan de fikr û ramanên xwe yên ji Abdullah Ocalan nivîsandin û name şandin.