Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin 2024-01-19 11:55:38 RIHA - Li Rihayê di serdagirtina malê de endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê, Îsmet înce hate binçavkirin.   Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê polîsan bi ser mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îsmet Înce ya li navçeya Hewagê girtin. Înce yê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin, birin Midûriyeta Polisan a navçeyê.