Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin 2023-12-24 17:32:09   AMED - Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hate destpêkirin.    Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de lêpirsîn hate destpêkirin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç lêpirsîna hatiye destpêkirin li ser hesaba xwe ya medyaya sanal ragihand.     Tûnç diyar kir ku bi îdiayên “pesnê sûc û sûcdar daye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tûnç, wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbaran de lêpirsîna edlî ya pêwîst da destpêkirin û fermana binçavkirinê daye.”