Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû 2023-12-24 15:02:37   AMED - Meclisa Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li Amedê 1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe, rêveberiya xwe ya nû diyar kir.    1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” hat lidarxistin. Piştî axaftinan û xwendina raporên fealiyetan, bi yek lîsteyê hilbijartin hat lidaxistin. Kesên di rêveberiya nû de cih girtin ev in: “Senem Erîş, Lîvan Orman, Edanûr Îbrahîmoglû, Elîf Înan, Mehmet Halîs Saykan, Oguzhan Ozbay, Helîn Koçak û Ozcan Teker.”    Hevberdevkên Meclisa Ciwanan jî dê piştre bi raya giştî re bên eşkerekirin.    Herî dawî jî hunermend derketin ser dikê û konser bi dawî bû. Di kongreyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.