Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev 2022-08-07 22:42:28 RIHA - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag ku di konsera Meclîsa Ciwanan a HDP’a Rihayê li dijî bendîbûnêli dar xist de axivî û wiha got: “Berxwedan bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir. Îro em jî dibên ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin.”   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê li dijî bendîbûnê tiryakê di konserê de hatin gelhev. Ji bilî endamên Meclisê, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek ciwan tev li konsera ku li eywaneke dawetê ya li bajêr hate lidarxistin bûn. Ciwanan li eywana konsere pankartên “Bi vîna Kemal li hember tiryak û şerê taybet dengê xwe bilind bike”, “Ciwan hêza parastina ziman e” , “Hêza jinan têkoşîna jiyanê ye” daliqandin.    Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê û wiha got: “Cihê ku van dest pê kir Îmrali ye. Tecrîda ku li Imraliyê dest pê kirî li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Li hemû girtîgehan tecrîd heye. Girtî nayên dermankirin û mafê herî biçûk jî ji wan tê girtin. Li Rojava li dijî destkeftiyên kurdan êrîş heye. Sedema êrîşan jî destkeftiyên kurdan e. Sedema êrîşên li Herêma Kurdistana Federe jî wiha ye. Ne tenê Kurd û Tirkiye ji êrîşan zerarê dibîne, hemû derdorên wan jî zerarê dibîne. Zaxo mînaka vê yekê ye. Divê her kes baş bizanibe ku kurdek li ku derê bê qetilkirin wê hesab ji kujeran bê pirsîn. Ne tenê kurd, hemû gelên li van xakan dijîn êşa vê tecrîdê dikişînin. Krîza aboriyê ne tenê ji bo kurdan e, jin, ciwan û kurd jê bandor dibin, lê her kesên li Stenbolê dijîn jî bi vî rengî ne.”   ‘CIWAN NE BÊÇARE NE’   Dag, destnîşan kir ku pergala vê perwerdeyê pêşerojekê pêşkêşî ciwanan nake, ciwan bêkar in û wiha berdewam kir: “Perwerdeya bi zimanê dayikê nîne, sîstemeke perwerdeyê ya ji dûrî zanîstê heye. Dema ciwan dikevin ezmûnê, bêhêvî dikevinê. Me di KPSS’ê de jî dît ku alîgirên AKP-MHP'ê çawa pirsan didizin. Kesên dixwazin dikin karmend yen dixwazin ji kar derdixînin. Ciwanan hêviya xwe ji vê sîstemê birî ye . Her sal li Rihayê bi hezaran kes wek karkerên demsalî diçin bajarên din. Ciwan ne bêçare ne. Divê ji bo mafên xwe xwe bi rêxistin bikin. Ciwanan tu carî zext qebûl nekirin. Çawa ku beriya 40 salan ciwanan li vê xakê serî hildan, îro jî ciwanên di rêya wan de dimeşin jî têdikoşin."    POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Dag, bi lêv kir ku li dijî ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û wiha axivî: “Zarokên 11 salî girêdayî madeyên bendîbûnê kirine. Çi li bajarên kurdan bendewarî belav dibe? Bersiva wê zelal e. Bizanebûn bi taybetî li bajarên kurdan belav dikin. Îro em ji bo konserekê hatin gelhev, bi hezaran polis li derdora me hene. Ev hêz çim ali kolanan bendîbûnê tiryake asteng nakin. Polîtîkayên taybet ne tenê li dijî jinan e. Jin û xweza jî ji vê nesîbê xwe digirin. Darên li Şirnexê tên birîn li bajarekî kurdan li Rihayê tên firotin. Li dijî van hemûyan Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Rihayê dixwaze kampanyayekê li dar bixe lê tê îllegalîzekirin. Ji ber ku xwerêxistinkirina xwe mezin dike. Ciwan tu caran serî natewînin. Ciwan 40 sal in li ber xwe didin wê ji vir û şunde jî li ber xwe bidin. Berxwedan bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir. Îro em jî dibên ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin’. Ciwan xwe birêxistinkirina xwe zêde bikin wê gelê kurd serbikeve. Her tim kesên li ber xwe dane serdikevin wê dîsa ew serbikevin. Kurdên li Rojava bi berxwedanê serketin wê dîsa bi berxwedanê serbikevin.”    XECÊ DERKET SER DIKÊ   Piştî axaftina Dag hunermend Xecê bi çepik û tililiyan derket ser dike. Ciwan bi stranên Xecê gotin, bi awayekî bicoş govend gerandin.