Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike 2022-08-02 23:59:29   STENBOL - Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dar dixe, tevî zextan jî bi coş berdewam dike. Tûrnûvaya fûtbolê ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi dirûşmeya “Tu jî golekê biavêje bendewariyê” ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleya polîsan hate qetilkirin daye destpêkirin, tevî zextan didome.  Ciwanan di maça li qadeke Okmeydaniyê de hate leyistin de, beriya maçê bi stranên gotin govend gerandin. Ciwanan her tim dirûşmeyên “Zext, binçavkirin û girtin nikarin me têk bibin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Ciwanan pişt re li qadê pankarta “Kemal Kûrkût nemir e” daliqandin. Tîmên Pîrebok û Vînspor ên hatin hemberî hev bi pankartên “Heta ku jin azad nebe civak nikare azad bibe” û “Ji jinên eniya wan li stêra dikevin re silav” ketin qadê. Vînsporê maç qezenç kir û derket tûra dûyemîn.