Binçavkirinan protesto kirin 2022-07-31 13:37:05   STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê zext û binçavkirina li ser endamên xwe protesto kir.    Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê binçvkirina endam û rêveberên partiya xwe ya di 29’ê tîrmehê de pêk hat, protesto kir. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê li navçeya Kuçukçekmeceyê meşekê li dar xistin û pankarta “Binçavkirin nikarin me bêzar bikin, bijî berxwedana ciwanan” vekirin. Ciwanan di meşe de dirûşmên wek “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.