Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin 2022-06-22 08:44:49   MÊRSÎN - Li Mêrsînê, ji 28 ciwanên ku hatibûn binçavkirin 8 jê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Di 11'ê hezîranê de navenda wê Mêrsîn li Edene, Kutahya, Amed û Çewlikê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û polisan 28 ciwanan binçav kiribûn. Îfadeyên ciwanan ên li emniyetê duh bi dawî bûn. Ji ciwanên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 8 jê bi şertê kontrola edlî 20 jê jî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" biryara girtina 8 ciwanan da û 20 ciwanan jî bi şertê kontrola edlî berda.