Bulbul: Ku êdî zilm li cenaze û goristanan tê kirin wê demê îktîdar xelas bûye

img

ANTALYA - Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan da û got: “Eger êdî zilmê li gor, goristan û cenazeyan dikin, wê demê ev îqtîdar xelas bûye. Ev polîtîkaya îqtîdarê tu xizmetê ji saxan re nake. Divê hemû hêzên demokratîk û muxalif bi hevre li dijî van polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê bibin yek û têbikoşin." 

Êrîşên li dijî gor û goristanên miriyên Kurdan didomin. Heta niha esker û polîsan li Wan, Mûş, Amed, Çewlîk û gelek cihên din êrîşî gor û goristanên miriyên Kurdan kirin. Kêlên li ser gorên zarokên Kurdan şikandin. Nivîsên Kurdî ji ser kêlan rakirin. Li hin cihan jî ji malbatan xwest ku bi destê xwe tirbên zarokên xwe xera bikin. Têkildarî van êrîşan Parlamenterê Partiya Demokratîk (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul nirxandin kir û bertekên xwe anî ziman. Bulbul, diyar kir ku polîtikayên AKP'ê yên perçekirin û hilandinê didome û wiha got: "AKP, ji serdema Îttihata Terakki heta niha hemû polîtikayên înkar, îmha, nijadperestiyê komî ser hev kirine û bi senteza wan polîtikayek nû li ser kurdan dide meşandin. AKP'ê di sala 2014'an de li Ljneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) niqaş kir û “Plana Rizandinê" amade kir. Bi vê planê û şûnde zagon hatin binpêkirin û dest bi êrîşên hemû destketiyên Kurdan kirin." 
 
Bulbul, anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de giran kirin û mayînde kirin û wiha got: “Li dijî Îmraliyê û gel tecrîdek giran pêş xistin. Bi vê tecrîdê dest bi polîtîkayên tunekirin û înkarê kirin. Îqtidara AKP'ê êrîşî hemû nirxên gelê Kurd û hêzên muxalif dike û dixwaze wan tune bike.
 
FERASETA 'EM Ê KOKA WE BIQELÎNIN' PÊŞ DIXIN
 
Eger ku ev êrîş û zilm li gor û goristanan tê kirin tê wateya ku ev îqtîdar xelas bûye. Ev polîtîka xizmeta saxan nake. Ka gor û goristana kijan Suryanî, Ermenî û Romên ku rastî êrîşan hatin hene? Gora tu kesan tune. Xwestin bi komî wan ji holê rakin. Xwestin miriyan jî tune bikin. Bi feraseta 'em ê koka wan biqelînin' nêzîk dibin. Ev hişmeniya Muaviyeyên Emeviyan e. Li literatura mirovahiyê de êrîşa li dijî goran tune ye. Kesekî li mizgeftê muzîk vekiriye, lê hemû muxalifan tawanbar dikin. Ey munafık hêj duh yê deriyê Cemxaneyê şikanin û bombeyên gazê avêtin hundir tu bi xwe bû. Yê ku li mizgeftê muzîk vekiriye em nizanin, lê em dizanin yê ev yek kiriye tu ye." 
 
Bulbul, tayînkirkina qeyûmên li dijî şaredariyan jî rexne kir û got: "Ji bo 15'ê Tîrmehê gotin 'Lutfa xwedê ye' Niha jî şewba vîrûsê wekî Lutfa Xwedê dibînin û qeyûman tayîn dikin. Jinên siyasetmedar digirin. Di serdema Şêx Seid, Dersîm, Zilan û zindana amedê de ev yek ceribandin. Lê bi ser neketin. Heman diştî bi heman rêbazê bi dehan diceribînin. Heman encamê bi dest dixin. Ev yek ehmeqî ye. Ev feraseta faşîzma Hitler û Mussolinî ye." 
 
Bulbul, herî dawî anî ziman ku dê hemû hêzên muxalif û demokratîk li dijî van polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê bibin yek û bi hevre têbikoşin.