Hatîmogûllari: Îşkencê li civakê dikin

img
EDENE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllarî, êrîşa li dijî cenaze û goristanan weke “Îşkencê li civakê dikin” nirxandin û got: “Yên li miriyên kurdan vê dikin, gelo wê çi li saxan nekin?” 
 
Alîkara Hevseroka Giştî Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari, êrîşên li dijî goristan û cenazeyan nirxandin û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên zextan ên desthilatdariyê.
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku AKP’ê di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de zextên xwe zêdetir kirin û wiha axivî: “Ji ber ku AKP dizane wê bi hilbijartinê carek din nebe desthilatdar, ji ber vê hewl dide astengiyên li pêşiya rejîma xwe ya otoriter bi operasyonan ji holê rabike.” 
 
‘ÎŞKENCÊ LI CIVAKÊ DIKE’
 
Haîmogûllari, bal kişand êrîşên li ser goristanan û wiha bilêv kir. “Yên li miriyên kurdan vê dikin, gelo wê çi li saxan nekin? Êrîşên li dijî goristanan, îşkenceya civakî û jêbirina hafizeya gele. Halbûkî gelê kurd di çareseriya demokratîk û aştiyane de bi israre. Ji vê helwesta xwe tu gav paşve ne avêtiye. Ligel van hemû êrîşan jî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û gav paşve ne avêt. 
 
ALTERNATÎFEK CUDA TUNEYE 
 
Hatîmogullari, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû beşên civakê li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê bi hevre li ber xwe bidin. Divê em hemû bên gel heve. Ji bilî vê tu alternatîfeke cuda tuneye. Welatê me di pêvajoyek girîng re derbas dibe. Ger em mûxalîf di vê pêvajoyê de helwestek rast negirin, emê tu tiştî bi dest nexin. Êdî dem dema mûxalefet tercîha xwe bike hatiye. An emê têbikoşin û qezenc bikin, an jî emê koletiyê bikin.”