Aydenîz: Ji tora têkoşîna jinê ditirsin

img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser binçavkirin û girtina jiyên ku çalak siyasetê dikin û wiha got: “Hişmendiya yekperest, ji ber ku ji tora têkoşîna jinan a hevpar ditirsin ew qas êrîş dikin." 
 
Hevseroka Giştî ya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, binçavkirin û girtina jinên siyasetmedar û aktîvîst şermezar kir û diyar ku bi vê girtinê têkoşîna jinan dikin hedefa xwe. Aydenîz, anî ziman ku polîsan piştî jin binçav kirin bi ser Komeleya Jinan a Rosa de jî girtin û wiha got: "Bi serdegirtina Komeleya Roja û binçavkirina jinan, têkoşîna jinan dikin hedef. Binçavkirinên dawî carek din nîşanî me da ku îqtîdara faşîst û hişmendiya mêrê serdest, ji bo hebûna xwe berdewam bike zorê li jinan dike. Tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê, girtina komeleyên jinan, tundiya li dijî jinê encama vê farestê ye. Di pêvajoyek ku xeztên îqtîdarê yên li ser jinan û saziyên jinan zêde dibe de Komeleya Jinan a Rosa hat avakirin. Ji roja ku komele hat avakirin heta niha bi hezaran jinan serî li Komeleyê dan." 
 
DI PÊVAJOA KU DIXWAZIN ZAGONA EFÛYÊ Û ZEWACÊ BIGUHERIN JIN BINÇAV KIRIN
 
Aydenîz, anî ziman ku dê pêşnûmaya rê li pêş zewaca di temenê zarokantiyê de vedikin û bersûcan efu dikin piştî cejnê bibin rojeva meclîsê û wiha got: "Piştî Cejna Remezanê çawa ku meclîs vebe dê vê zagonê bibin rojeva meclîsê û di meclîsê re derbas bikin. Di pêvajoyek wisa de bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin. Di vê pêvajoyê de serdegirtina komeleyê û binçavkirina aktîvîstên jin ne tesatifî ye. Dixwazin jinên têdikoşin û li mafê xwe digerin bêdeng bikin. Ev operasyon bi plan e. Îqtîdar naxwazin jin bibin xwedî sazî, rêxistin û têkoşîn. Naxwazin jin bibin xwedî vîn û siyaset. Naxwazin jin bi hevre têbikoşin. Di vê pêvajoyê de ev zext û operasyonên li dijî jinê ewe ku dixwazin vê zagonê li gorî xwe derbas bikin. Ev hikûmeta xwedî hişmendiya mêrê serdest û îqtîdara faşist ji têkoşîn û rêxistinbûna jinê ditirse û ji ber vê yekê êrîş dike."  
 
Aydeniz, heri dawî da zanîn ku ew ê li dijî vê feraseta yekperest, yek zilamî û faşîst pergala demokratîk û têkoşîna jinan a hevpar xurt bikin û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar ji têkoşîna jinê ditirse û zextan zêde dike. Îqtîdara AKP'ê ji ber ku nikare welat bi rêve bibe êrîşî jinan dike. Li dijî jinê şer îlan kiriye. Em tu carî ji van zextên îqtîdarê natirsin û em tu carî gavan paşve navêjin. " 
 
MA / Arjin Dîlek Oncel