HDP dest bi têkoşînek nû dike

img
ENQERE - Navenda Lijneya Rêveber a HDP'ê biryar girt ku li djî êrişên goristanan, tayînkirina qeyûman û o perasyonên qirkirina siyasî pêngavek nû ya têkoşînê bidin destpêkirin. HDP'ê biryar dan ku bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê re ji nûve tora têkoşînê ava bikin. 
 
Di demên dawî de êrîşên li dijî gorên zarokên Kurdan didomin. Qeyûm tayîn dikin û siyasetmedarên Kurd binçav dikin û dişînin girtîgehan. Li aliyê din siyasetmedarên Kurd ên girtî jî nayên berdan. Navenda Lijneya Rêveber a HDP'ê biryar girt ku li djî êrişên goristanan, tayînkirina qeyûman û o perasyonên qirkirina siyasî pêngavek nû ya têkoşînê bidin destpêkirin. HDP'ê biryar dan ku bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê re ji nûve tora têkoşînê ava bikin. Bi taybetî piştî êrîşên li dijî endam, rêveber û nûnerên HDP'ê zêde bûn, MYK'a HDP'ê li hev kom bûn û biryara mezinkirina tora têkoşînê da. MYK'ê ya HDP'ê anî ziman ku li dijî van êrîşan dê serî ne tewînin û dê toşîna xwe mezintir bikin. Têkildarî vê biryarê dê hefteya pêş me Hevserokên HDP'ê plan û bernameya çalakiyan bi raya giştî re parve bike. 
 
MA / Dîren Yurtsever