Işik: Bi hilbijartinê nikarin bi qeyûman xesp dikin

img
SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku tişta ku AKP nikare bi hilbijartinê bi dest bixe xesp dike û got, wê paş ve gav navêjin, berevajî wê bêtir bitêkoşin. 
 
Hevşaredara Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik ku piştî qeyûm tayinî şûna wê hat kirin û hat binçavkirin, bi şertê "hepsa malê" hat berdan. Işik, tayinkirina qeyûman nirxand. 
 
ÊRÎŞÎ HEVSEROKATIYÊ KIRINE 
 
Işik, bibîr xist ku beriya hilbijartinê li bajêr qeyda 4 hezar û 500 hilbijêrî hatiye jêbirin û got, lê belê wan ev yek bi belgeyan aşkere kiriye. Işik, dîsa bibîr xist ku Hevşaredara Ressûl Kaçar jî bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata nedabûnê. 
 
Işik, bal kişand ser temsîliyeta jinê ya HDP'ê û bertek nîşanî kampanyayên ji bo reşkirina hevserokatiyê. Işik got: "Gel dengê xwe da pergala hevserokatiyê. Gel qebûl kiriye lê mixabin di fermiyetê de hê jî nehatiye qebûlkirin. Li dadgehê jî me got em diparêzin. hevserokatî vîna jina ye. Heger li her qadê jin hebin wê di rêveberiyê de jî hebin. Çima hin kes ji vîna jina nerihet dibin." 
 
Işik, anî ziman ku piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi ser ketine, ji ber ku gelek hatine îxrackirin mecbûr mane karkeran bigirin û got, ji bo vê gelek caran serî li ÎŞ-KÛR'ê dane lê belê serlêdanên wan nehatine bersivandin. Işik, diyar kir ku ji bo xizmeta gel bikin bi awayekî demborî 70 kes girtine kar û got, di binçavkirinê de girtina kar a karkeran jî jê pirsîne. 
 
'EM Ê LI CEM GELÊ XWE BIN' 
 
Işik, anî ziman ku salekê di şert û mercên zehmet de şaredarî bi rê ve birine û got, ji bo pêvajoyê baş nebûne bersiv. Işik, sedema vê yekê jî bilêv kir: "Çima em nebûne? Di warê xwegihandina gel de kêmasiyê me hebûn. Nikarim bêjim bi her awayî em ji bo gel bûne bersiv. Çimkî deynên heyî û valakirina nav şaredariyê abrekî pir giran bû. Lewma em baş nebûn bersiv. Bila ev jî xwerexnekirina me be." 
 
Işik, anî ziman qeyûm hatiye tayinkirin, lê belê ev nayêw ateya ku em paş ve vekişin û got: "Niha dibe ku ji ber pandemiyê em di malde ne. Dibe ku cezayê hepsa malê li me birîbin. Lê em ê di van şert û mercan de jî li cem gelê xwe bibin. Niha ne dema paşvekişandinê ye, berevajî tam dema têkoşînê ye. Çawa berê me xizmet dikir em ê niha jî bikin û bitêkoşin." 
 
Işik, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de qeyûm ji bo rantê tên tayinkriin û got: "Ji xwe qeyûm ne rewa ye. Ne ji ber ku şaredariya HDP'î karê xwe baş nekiriye lew ma qeyûm hatiye tayinkirin. Ji ber şaredariyên HDP', tehemul nakin vîna gel hatiye xespkirin. Heya niha li şaredariyeke HDP'î jî nelirêtî nehatiye kirin. Tu rewatiya qeyûm tuneye. Ev biryareke siyasî ye. Ev biryar jî ji hêla îqtidarê ve tê girtin." 
 
MA / Metîn Yoksû