'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'

img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, tayînkirina qeyûman a 8 şaredariyên HDP’ê bi tundî rexne kir û anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewba vîrûsê belav dibe tayinkirina qeyûman firsendparêzî û hiqûqa dijminatiyê ye. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî helwesta CHP'ê û partiyên din a li hemberî tayînkirina qeyûman rexne kir. 
 
Vîrûsa corona (Covît-19) bi lez li Tiriye û cîhanê belav dibe. Rojeva hemû cîhanê şewba  vîrûsê ye. Lê divê pêvajoya ku hemû cîhan bi şopa şewbê ketiye Wezîrên Karên Hundir qeyûm tayînî 8 şaredariyên HDP'ê kir. Bi vê yekê ji 64 şaredariyên ku HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de qezenç kiribû, heta niha qeyûm tayînî 40 şaredariyan hat kirin. Bertek û nerazîbunên li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Gurbet Aydogan û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci bertek nişanî vê polîtîkayê dan û diyar kirin ku ev firsendparêzî ye. 
 
'HIQÛQA DIJMINANTIYÊ YE'
 
Hevberdevka HDK'ê Gurbet Aydogan, anî ziman ku hikûmet bi tayînkirina qeyûman ji gelê Kurd re dibêj e ‘Tu nikare hilbijêre. Ez dikarim tayîn bikim. Ez vîna ne qebûl nakim'. Aydogan, da zanîn ku di vê pêvajoyla ku her kes bi vîrûsê re têdikoşe, tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê firsendparêzî û hiqûqa dijminantiyê ye. Aydogan anî ziman ku îqtîdar li her derê yekperestiyê diparêze û wiha got: "HDP ruyê sipê yê welatê me ye. Şaredaiyên HDP'ê jî ruyê spî yên welatê me ne. Gel rastî û şaşiyan dibine. Hemû cîhan bi şewbê re şer dike, Şaredariyên HDP’ê hemû derfetên xwe li dijî vê şewbê  xerç dike. Êhemû amûrên îqtidarê têk çûne. Divê li dijî vê faşîzmê têkoşîna hevpar a gelan bê pêşxistin. Em wekî HDK'ê dê têkoşîna gelan a hevpar xurt û mezin bikin. Em ê bi vê yekê jiyana nû ava bikin." 
 
AVCI: ZEXT JI DESTPÊKA KOMARÊ HETA NIHA DIDOMIN
 
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Erdal Avci jî anî ziman ku zextên li ser gelê Kurd ne ji niha de ne û ji destpêka Komarê heta niha didomin. Avci, diyar kir ku ev polîtîkayên faşist ên li ser gel amûrê dewletê ne û ji komarê heta niha berdewam kiriye. Avci, da zanîn ku Kurdên li dijî van zextan serî rakirine her dem bûne hedef û wiha got: "Di 18 salên AKP'ê de polîtîkayên navendî hatin pêşxistin. Polîtîkayên yekperestî û navendî pêkanînên şer û faşizmê xurt kirin û hemû civak xist nava to ra xwe. Niha îtîfaqa AKP-MHP'ê li dijî têkoşîna gelê Kurd a bi heybet asê maye. Ji ber ku hikûmet û dewlet di şer de israr dike di bin qeyrana aborî û civakî de maye. Niha li hemberî vê şewê bê çare maye. Sedema vê yekê qeyrana aborî ye. Polîtîkayên li dijî HDP û gelê Kurd ên bi rêk û pêk encamê nagirin. Niha ev polîtika têk çûye. Çareserî Destûra Bingehîn a demokratîk û aştiyane ye. Ne şer aştî dê çareseriyê bi xwe re bîne."
 
TAYINKIRINA QEYÛMAN DARBEYA LI DIJÎ VÎNA GEL E
 
Avci, dazanîn ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî vîna gel e û wiha lê zêde kir. "Komar ne di kontrola  hilbijêran de. Di esasê xwe de komar ketiye destê hikûmeta navendî û dewletê. Tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê Encama vê yekê ye. Li Kurdistanê vê yekê aşkere dikin. Ev hem hişmendiya AKP'ê û hem jî hişmendiya partiyên din ên dewletparêz nîşan dide. Niha gel bi pirsgirêken mezin ên aborî re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de şaredariyên HDP'ê hinek piştgirî dide gel û pirsgirêkên civakê çareser dike. Ji civakê re dibe moral. Diyar dike du dê fatûreyên avê taloq bike. Xizmetê dibe ji kesên kal û pîr e. Lê di vê pevajoya şewbê de qeyûm tayîn dike. Divê mirov li dijî vê polîtîkayê rê û rêbazên din bibîne. Niha HDP hewl dide gel biparêze. Hikûmet encam û talûkeya vîrûsa corona ji gel vedişêre. HDP'ê bi biryarek wêrekî şahiyên Newrozê betal kir. Mîtîng betal kirin. Xebatên komî qedexe kir. Ji ber ku HDP li tenduristiya civakê difikire. Dîsa bertekên CHP'ê pir lawaz in. Em wekî partiyê tu bendewarî û heviyên me ji CHP'ê û partiyên din ên sîstemê tune ye."
 
MA / Erdogan Alayumat