Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan

img

AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirs kir ku çima kîtên teşhîsê naşînin nexweşxaneyên li bajarên kurdan. 

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dr. Semra Guzel têkildarî tevdîrên vîrûsa koronayê ku li nexweşxaneyên bajarên kurdan nehatine girtin pêşniyarpirs da Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca. Guzel di pêşniyazpirsa xwe de balê dikişîne ser metirsiyên vîrûsa koronayê ku li cîhanê pandemî hatiye ragihandin û tevdîrên baş nehatine girtin û got tirs û xofa xistiye nav xelkê rê li ber talûkeyek mezin vedike. Guzel di pêşniyazpirsa xwe de da zanîn ku heke her tişt birêkûpêk were kirin dê pêşî li şewbê were girtin û niha tişta li dinyayê tê kirin her tişt bi zelalî tê kirin lê li Tirkiyê gelek tişt veşartî tên birêvebirin. 
 
‘LI BAJARÊN KURDAN PIRSGIRÊKA TESTÊ HEYE’ 
 
Guzel diyar kir ku di serî de li bajarê Wanê û li hemû bajarên kurdan pirsgirêka sereke yek jê ew e ku test nayên kirin û ji bo nîşaneya nexweşîna koronayê derkeve holê li nexweşxaneyên bajarên kurdan pirsgirêka kirina testê heye. Guzel ji Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca pirs ku çima kîtên testê naşînin bajarên kurdan û xwest demildest hemû kêmasiyên tenduristiyê yên li bajarê wan bên temînkirin.