Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin

img

AMED - Berdevka Koma HDP'ê Ebru Gunay, destnîşan kir ku divê teqez mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin û mîsogerkirin. Gunay, bertekên hişk nîşanî "polîtikayên ne wekhev" ên îqtidarê da û wiha got: "Parastina li djî vîrûsê niha tenê rêyek heye. Ew jî divê em li malên xwe bimînin. Xwe û civaka xwe biparêzin."

Berdevka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ji ber şewba vîrûsê li ser medya civakî xitabî civakê û cemaweriyê kir û wiha got: "Ji ber vîrûsa corona ku wekî şewbê li hemû derê belav bûye, me rast dît ku em li ser medya civakî daxuyaniyê bidin. Me gunçav dît ku bi rêya video û medya civakî em daxuyaniyê bidin. Em di van rojan de bi tevdît dev bigerin em ê bi hevre bigêjin serkeftinê." 
 
AKP ÇI DIKE? 
 
Gunay, anî ziman ku hemû welatê cîhanê li diji vîrûsa corona têdikoşin û mirovahî bi felaketek pir mezin re rû bi rû ye wiha axivî: "Îqtîdara AKP'ê çi dike? Israr dike ku tedbîrên pêwist negire. Rêbaza herî baş û bi bandor a parastina li dijî vîrûsê ewe ku mirov ji malên xwe dernekevin. Lê ji bo ev yek pêk neyê hikûmet ısrar dike. Şert û mercên ku gel li mala xwe bimine ava nake. Ji keda karker û kedkaran dixwe û fona wan a betaliyê ji ser wan qut kiriye. Ger ku vî fonê betaliye nedin karkeran dê kengi bidin wan. Ger ku baca ji gel biriye îro di van rojan de ji bo gel xerç neke dê kengî xerç bike. Ger ku derdê wan gel bûya, dê di van rojên teng de projeya Kanal Îstanbul dernexista îhaleyê. Kesê bang li civakê dike ku ji malê dernekevin, ji bo ewlehiya xwe bi rantê îhale li ser îhaleyê vedikin. 
 
WEZÎR Û SERMAYEDARAN JI BO EWLEHIYA XWE CIVÎN ÇÊKIRIN'
 
Gunay, da zanîn ku ji bo tedbîrên li dijî vîrûse wezîr û sermayedaran civinek li dar xist û wiha lê zêde kir: "Di vê civînê de ji gel kes tune bû. Di civinê de wezîr, sermayedar, patron hebûn. Ji gel, karker, kedkar, nûnerên rêxistinên civakî û sivîl kesek hebû? Na tu kes tune bun. Ger ku ji gel kes tune be çawa navê wê dibe ‘Paketa Rakirina îstikrara li dijî Corona yê'  Ev pakêta parastina hekariyên xwe ye. Navê wê bi xwe pirsgirêk e. 
 
'DIVÊ EM CIVAKA XWE BIPAREZIN'
 
Gunay, da zanîn ku wekî HDP'ê hişyar kirin û dîsa hişyar dikin û xwest her kes li dijî vîrûsê j bo parastina xwe û civakê ji malên xwe dernekevin û wiha lê zêde kir: "Divê em hemû ji bo tenduristiya xwe û civaka xwe teqez ji malên xwe dernekevin. Em carek din bang li hikûmetê dikin. Divê bi lez hikûmet deynê kîra û fatûreyan rawestîne. Divê wezîr derxistina karkeran a ji kar qedexe bike. Divê fona betaliyê bê qeyd û bend wekî hadinê bide wan. Divê em jî derve û pazarê li xwe qedexe bikin." x
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DIJMINANTIYA KURD E' 
 
Gunay, polîtîkayên AKP'ê yên tayîkirina qeyûm jî rexne kir û got: "Tayînkirina qeyûm dijminantiya gelê Kurd e. Xwediyê biryarê ji vê gotina me bêzar in. Lê di rastiye de ji wisa ye. Pez di derdê canê xwe de ye, qesap di derdê goşt de ye. Di vê felaketa vîrûsê de qeyûm tayîî 8 şaredariyê me kirin. Em pir zelal dibêjin navê vê yeke dijminantiya Kurdan e. Gelê Kurd vê zilma li wî tê kirin qebûl nake. 
 
Guven, daxuyaniya Suleyman Soylu jî rexne kir û wiha got: "Wezîr wekî ku li hemu Tirkiye tedbîr girtine nişan dide û gelê herêmê tawanbar dike. Ev aşkere nîşaneya cudakariyê ye. Gelê herêmê rastî muameleyên hemwelatiye nayên. Li bajarê Kurdan betalî, newekhevî û her cure cudakarî heye. Ev aşkere cudakarî ye. 
 
Gunay, bal kişand ser minakên cudakariyê û wiha got: 
 
* Li tevahiya Kurdistanê tenê navendek tespîtkirina vîrûse heye. Ev tespîtkirina vîrûsê ya di mirovan de pir zahmet dike. Bêyî tespît bike dişîne malê. 
 
* Tê îdiakirin ku deriyê sînoran girtî ne. Lê her roj bi dehan koçber di deriye sînor de dikevin welat û wan dişînin trakyayê. Bi taybetî welatiyên li Wan û Agiriyê xwedî çavdêri ne. Hêj duh li Navçeya Seravê ya Wanê dolmîşa 55 koçber bar kiribû qulipî û 20 koçber birîndar bûn. 
 
* Ev hikûmet di rewşek pir asayî de derketina kolanan qedexe dike, lê li dijî vê felaketa mezin tu tedbîr negirtine. Mirovên me bi talûkeyek mezin re rû bi rûne. 
 
* Li herêmê nexweşxane û kapatîseya wan kêm in. Divê hêjmar bên zêdekirin û kîpên testê bên zêdekirin. Ger ku tedbîr neyên girtin ev şewb dê felaketek pir mezin bi xwe re bîne." 
 
Gunay, anî ziman ku îqtîdar li dijî  vîrûsê ne li derve û ne jî li girtîgehan tedbîrê nagire û xwest hikûmet cîddî nêzî vê meseleyê bibe. 
 
DIVÊ TENDURISTIYA GIRTIYAN BÊ PARASTIN
 
Gunay, herî dawî bal kişand ser pakêta darazê ya înfazê û wiha bi dawî kir: "Tê plankirin ku hikûmet vê pakêtê bîne rojev Lijneya Giştî ya Meclîsê. Wekî her meseleye divê di pakêta darazê ya înfazê de jî rêgeza wekheviyê esas bigirin. Divê ev pakêt ji bo hemû kesî derbasdar be û cudakarî nexin nava girtiyan. Ji bo me ya herî girîng mafê jiyanê, ewlehî û tenduristiya girtiyan e. Li girtîgehan hejmara girtiyan pir zêde ye. Rîska ku vîrûs belav bibe pir zêde ye. Li şûna ku AKP mafê jiyanê ye girtiyan biparêze, ji vê erk û berpirsiyariya xwe direve. Divê teqez rêgeza wekheviye esas bigirin û ev zagon ji bo hemû kesan derbasdar be.b 
 
EV BÊ WÎCDANÎ HAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Bi vê pakêtê dê siyasetmedar, rojnameger niviskar û akademîsyen neye berdan, lê de kesên mafya û sûcdarên îstismarê bê berdan. Ev bê wîcdanî, bê edaletiya herî mezin e. Em vê yekê qebûl nakin. Dîsa ji bo parastina vîrûsê em bang dikin. Tenê rêyek çareseriyê heye. Ew jî divê em ji malên xwe dernekevin."