‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’

img

ENQERE – Hevberdevka Komîsyona Rêxistinbûnê ya HDP’ê Ozlem Gunduz diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê civak bi qirkirinê re rû bi rû maye û got: “Heke pêdiviyên bingehîn ê civakê werin dabînkirin divê qedexeya derketina derve were ragihandin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan jî ji bo tenduristiya civakê li dijî vîrûsa koronayê xebatên pêşîgirtin û hişmendkirina gel bi rêve dibe. HDP vê xebatê di bin banê Navenda Koordînasyona Krîzê de pêk tîne. Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirina Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz diyar kir ku ji ber şewbê hejmara miriyan û nexweşan zêde dibe û ew jî li dijî vê yekê ew ji bo hemû rewşên muhtemel ji bo piştevaniya civakî birêxistin bikin û xebat û amadekariyên wan didomin. Gunduz got ew wek HDP’ê bang li xelkê xwe dikin ku ji bo baş û selametiyê divê xelk li dijî vîrûsê li malên xwe bimîne. 
 
'TEVDÎR KÊM IN’ 
 
Gunduz da zanîn ku ew bangên xwe “Li malê bimîne” didomînin û tevdîrên hikumetê girtine jî kêm in. Gunduz diyar kir ku gel ji xizmeta tenduristiyê bêpar dimîne û bi sektora heyî ya tenduristiyê dê krîza heyî neyê çareserkirin. Gunduz anî ziman ku divê berî her tiştî hemû aliyên civakê di pêvajoya testkirinê de were derbaskirin û têkildarî weqayên çêdibin agahî nayên parvekirin li ku pêk hatine. Gunduz got di vî warî de tiştek zelal li holê nîne û testên tên kirin jî li ber welatên din gelek kêm e. 
 
‘CIVAK NAYÊ AGAHDARKIRIN’ 
 
Gunduz destnîşan kir ku her kes divê ewilî tevdîra xwe bigire û got: “Ji bo parastina tenduristiya civakê divê kes ji malê dernekeve. Bi hezaran însan ji ber neçarî di fabrîkeyan de dixebitin. Ji bo wan jî divê bi lezgînî tevdîr werin girtin. Heke yek bi vîrûsê bikeve dê ev kes bigihîne bi sedan kesan. Civak li ser esasen rast nayê agahdarkirin. Ji bo rewşek awartetir dê çawa tevdîr werin girtin û ji bo veqetandina çavkaniyê raya giştî nayê agahdarkirin.” 
 
‘CIVAK BI RÎSKÊ RÊ RÛ BI RÛ YE’ 
 
Gunduz da zanîn ku civak bi rîskek mezin re rû bi rû ye û got: “Beriya ku şewb li tevahiya welat belav bibe divê qedexeya derketina derve were ragihandin. Ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên civakê lazime binesazî were amadekirin û divê qedexeya derketina derve were ragihandin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan