Meclis vebû û hat girtin

img
ENQERE – Lijneya Giştî ya Meclisê, bi hinceta ku Dîvana Serokatiyê li hev kom nebûye, vebû û hat girtin.
 
Lijneya Giştî ya Meclisê, îro vebû û hat girtin. Serokwekîlê Meclisê yê MHP’ê Celal Adan, bi hinceta ku Dîvana Serokatiyê li hev kom nebû, ji bo ku sibê veke Lijneya Giştî vekir û girt. Hat diyarkirin ku dê sibê jî Lijneya Giştî bê vekirin û girtin û roja 31’ê adarê de dest bi xebatên xwe bike.