AKP’ê 5 sal şûnde HDP'ê ziyaret kir

img

ENQERE - AKP'ê piştî 5 sal şûnde HDP ziyaret kir. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP'ê têkildarî sererastkirina zagonên înfazê ew ziyaret kirine û wiha got: "Em bi vî halî nikarin metrê pêşnûmayê qebûl bikin. Divê tewez di înfazê de rêgeza wekheviye hebe. Em cudakariyê qebûl nakin."  

Rêxistina AKP'ê piştî 5 salam cara ewil HDP ziyaret kir. AKP'ê têkildarî 3'emîn pakêta darazê ya der barê guhertina zagonên înfazê de ku bîne rojeva meclîsê, partiyên siyasî yên koma wan li meclîsê heye ziyaret kirin. AKP piştî ziyareta bi partiyên siyasî re dê halê dawî yê pakêtê aşkere bike. AKP'ê di çarçoveya pakêta darazê ya înfazê de Koma HDP'ê ya li meclîsê ziyaret kir. AKP'ê heri dawî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kiribû. Niha jî Wekîlê Serokê Koma AKP'ê Mehmet Muş, Cahît Ozkan, endamên Komisyona Edaletê û nûnerên Wezareta Dadê di heyeta ziyareta HDP'ê de cihê xwe girtin. Di ziyaretê de ji heyeta HDP'ê jî Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Alîcan Onlu, Abdullah Koç amade bûn. Têkildarî ziyaretê Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP'ê têkildarî sererastkirina zagonên înfazê ew ziyaret kirine û wiha got: "Em bi vî halî nikarin metrê pêşnûmayê qebûl bikin. Divê tewez di înfazê de rêgeza wekheviye hebe. Em cudakariyê qebûl nakin."  
 
'DIVÊ TEQEZ RÊGEZA WEKHEVIYÊ ESAS BÊ GIRTIN'
 
Beştaş, destnîşan kir ku piştî AKP bi partiyên siyasî re hevditinan pêk bîne li ser pêşniyar û rexneyan dê dîsa halê dawî bidinê û wiha got: "Em ê pêşniyarên xwe nivîskî jî pêşkêş bikin. Bi vîhalî ev pêşnûma û guhertin nayê qebûlkirin. Divê teqez rêgeza wekheviyê esas bê girtin. Ji ber vîrûsa corona ewlehiya girtiyan tune ye. Me ji heyetê xwest ku girtî li girtîgehan di bin rîskek mezin de ne û hemû girtî serbest bêne berdan. Me diyar kir ku ger girtiyên siyasî li derveyî vê guhertinê bên hiştin bi tu awayî naye qebûlkirin. Ji bo sûcdarên tiryakê û kujeran ceza tê daxistin, lê ji bo girtiyên siyasi ceza danaxin. Kesên ji ber siyasî hatine girtin, dîsa ji ber daxuyani dane, li ser hesabê medya civakî agahi parve kirine tên girtin û nayên berdan. Ev yek bi tu awayî nayê qebulkirin. Ji ber vê yekê divê teqez di înfazê de wekhevî hebe." 
 
'DIVÊ DI PÊNASEYA TMK'ê DE GUHERTIN BÊ KIRIN'
 
Beştaş, anî ziman ku divê teqez Zagona Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) bê guhertin û di naveroka zagonê de guherîn bên kirin. Divê pênasea terorê teqez bê guhertin. Me xwest li gorî stantartên gerdunî û navneteweyi zagon bê rastkirin. Me xwest li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) guhertin bêne kirin. Ji bo ev pêşnûma bê guhertin emê bi CHP'ê re jî hevditin bikin û hewl bidnin ku hevpariyekê pêş bixin. " 
 
MA / Diren Yurtsever