Bayindir: Pêwîste birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan

img

AMED - Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li yek bajarên kurdan jî navendên testa vîrûsa koronayê lê were kirin tune ne û got: “Ev rewş nêzîkatiya îqtîdarê ya li hember kurdan dide nîşandan. Ez bang li gelê me dikim ku dernekevin derve. Divê birêz Ocalan û hemû girtî demildest werin berdan.” 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û pêkhateyên xwe li dijî têkoşîna vîrûsa koronayê Maseya Krîzê ava kiribûn. Yek ji pêkhateyên vê Maseya Krîza Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ye. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî tevdîrên vîrûsê û rewşa girtîgehan ji ajansa me re axivî. 
 
Bayindir da zanîn ku tu welat li dijî vîrûsa koronayê xwe ne parastiye û pêwîste welatên cîhanê li dijî vê şewbê tevdîrên awarte bigirin. Bayindir anî ziman ku li dinyayê hin welatan hemû derfetên madî û manevî seferber kirine û lê Tirkiyê tevdîrên di asta tê xwestin de negirtiye. 
 
‘TIRKIYE BÊ TEVDÎR E’ 
 
Bayindir da zanîn ku beriya vîrûsê jî û piştî vîrûs hatiye Tirkiyê jî heta niha tevdîrên xurt nehatine girtin û got: “Ev şewb bi lez û bez belav dibe. Her çiqas pispor hişyariya talûkeyên vê şewbê dikin jî lê îqtîdar ketiye pey dijminatiya kurdan û şaredariyên HDP’ê. Di van rojan tengasî de îqtîdarê bi darbeya qeyûm xwe nîşan da.” 
 
‘GIRTIYAN DIŞÎNIN MIRINÊ’ 
 
Bayindir bal kişand ser metirsiya li girtîgehan û got: “Tirkiye piştî belavbûna vîrûsê yasaya înfazê derdixe. Li dijî kurdan Qanûna Tunçê ye. Bila kes li qisûrê nenêre. Rewşa girtiyan di bin talûkeyek mezin de ye. Ragirtina însanan a li girtîgehan li ber çav wan dişînin miiirinê. Tiştek bibe di serî de îqtîdara AKP-MHP’ê û wê her kes ji vê yekê berpirsiyar be. Wê encamên vê yekê bandorê li ser her kesî bike.” 
 
‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN DEMILDEST WERE BERDAN’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku divê hemû girtiyên hikumxwar û yên tên darizandin demildest werin berdan û wiha got: “Divê girtîgehan veguherînin nexweşxane û navendên karantînayê. Rewşa birêz Abdullah Ocalan jî di bin xetereyê de ye. Parêzerên birêz Ocalan serî li dozgeriyê û Wezareta Dadê dan. Lê hêj bersiva wan nehatiye dayîn. Divê parêzer biçin cem birêz Ocalan û rewşa wî di cih de bibinin. Temenê wî êdî ne li gorî şert û mercên girtîgehê ye. Ji ber pozisyona birêz Ocalan di nava gel de lazime bêyî wext were windakirin demildest were berdan.” 
 
‘WÊ KURD VAN ROJÊN ÊRÎŞKAR JI BÎR NEKE’ 
 
Bayindir diyar kir ku îqtîdara pêvajoyek wiha ji xwe re veguherandiye fersendê û got: “Di vê pêvajoyê jî li dijî kurdan konseptek êrîşkar daye destpêkirin. Lê wê kurd di bin her şert û mercî de li ber xwe bidin û têbikoşin. Bila gumana kesî ji vê yekê tune be. Wê kurd qet van rojên wiha giran ji bîr nekin.” 
 
‘KOORDÎNASYONA ME DI NAVA XEBATAN DE YE’ 
 
Bayindir da zanîn ku wan bi pêşengiya KCD’ê bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl Koordînasyona Krîzê ya li dijî vayrûsê ava kirine û got: “Em bi hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdistanê re û partiyên siyasî re di nava dan û sitendinê de ne. Em ji bo pirsgirêkên gelê xwe û rojên zor û zehemt yên li pêşiya me amadekariyan dikin. Niha hemû saziyên me li gorî qada xwe xebatan birêve dibe. Her wiha ji bo ku şewb zêde belav nebe, em bang li gelê xwe dikin ku dernekevin derve û li malên xwe bimînin.” 
 
‘LI BAJARÊ KURDAN NAVENDÊN TESTÊ TUNE NE’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku tu amadekariye îqtîdarê li dijî şewbê nîne û got: “Em bi îqtîdarek ku nikare ji kêmasiyên kelûpelên tenduristiyê re bibe bersiv re rû bi rû ne. Jixwe li holê ye ku hemû çavkaniyên welat çawa tê talankirin. Li Kurdistanê li tu bajarekî navendên kirinên testa vîrûsê tune ne. Ev yek jî nêzîkatiya hikumetê ya li hember kurdan baş dide nîşandan. Wan yek ji wan bajarane ku di rêza 5’emîn a bajarên herî bi talûke de ye. Lê li vir tu amadekarî nehatine kirin. Ev jî dide nîşandan ku dê di pêvajoya pêşiya me de îqtîdar çawa nêzî gelê me bibe.” 
 
MA / Mehmet Şah Orûç