Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin

img

ENQERE – Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn eşkere kir ku Erdogan û Pûtîn dê rû bir û hevdîtinê pêk bînin. 

Piştî geşedanên li Idlibê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê hevdîtinek pêk anîbûn. 
 
Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn têkildarî vê hevdîtinê daxuyanî da û got: “Serokkomar Erdogan û Pûtîn di hevdîtina telefonê de biryar girtin ku di demek kin de rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.”