Buldan û Sancar: Kongreya me bû şahiya demokrasiyê

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên nû Pervin Buldan û Mîthat Sancar, piştî hatin hilbijartin peyam dan û diyar kirin ku kongreya HDP'ê bû şahiya demokrasiyê û wiha gotin: "HDP'ê bi kongreyê aşkere kir ku alternatifa rastî ya Tirkiyeyê ye." 

Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) duh 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Pervîn Buldan û Mithat Sancar ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê hatin hilbijartin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar piştî kongreyê peyam şandin û gotin: "Tevî hemû zext û tundiyan, kongreya me bi tevhêbûna deh hezaran kesan pêk hat. Bi coşek mezni pêk hat. Tevî her tiştî bû şahiya demokrasî û rengên cuda. HDP'ê bi vê kongreyê nîşan da ku alternatifa rastî ya Tirkiyeyê ye. HDP'ê bi vê kongreyê ji nûve peyam da. Me tenê bi kongreyê rêveberiya xwe nû nekir, di heman demê de gel tevî hemû astengî û sînoran li dora partiya xwe bû yek. Kongreyê nîşan da ku Tirkiye dikare bi HDP'ê ji vê krîz û tengasiya kûr derkeve. HDP’ê carek din nîşan da ku hevî ye. Tevî şertên zivistanê jî hemû astengî ji pêşiya xwe rakirin û hatin Enqereyê. Hem gelê me û hem jî ji çar aliyên cîhanê hatin tev li kongreyê bûn. Vê kongreyê erk û berpirsiyariyek mezin da ser milê me. Ji Derya Reş heta Botan, Ege û Serhedê hemû astengî derbas kirin û hatin tev li kongreyê bûn. Kongre kirin şahiya demokrasiyê. Hemû hevalên me yên girtî û ji çar aliyên cîhanê peyam peyam ji mere şandin. Hêz dan me. Em spasiyên xwe ji her kesî re dikin."