Kongreya PYD’ê bi axaftinan didome

img

QAMIŞLO - Kongreya 8`emîn a PYD`ê ku li bajarokê Rimêlan hat li dar xistin, bi axaftina nûnerên şandeyên kongreyê didome. Beşdaran anîn ziman ku keda PYD`ê di damezirandin û mayîndekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyarker e û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê jî gelek proje pêşkêş kirine.

 
Kongreya 8`emîn a PYD`ê ku li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya 600 delegeyan bi rê ve diçe, berdewam e. Kongre, bi axaftina nûnerên şandeyan dewam dike. Li ser navê malbatên şehîdan Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arif Balî kongre pîroz kir û wiha got: "PYD`ê li gorî pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, xwe bi rêxistin kir." Balî xwest ku kongre bi biryarên ku xizmeta civaka Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi dawî bibe û aw piştgiriyê didin hemû aliyên Kurdistaniyên yekitiya nîştimanî armanc dikin. Balî, wiha got: "Partiya Yekitiya Demokratîk li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî layîq li ber xwe da û pîvanên felsefeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, temsîl kir. Hevalên hêja, hûn ji bo hemû partiyên siyasî û yên şoreşger bûn pêşeng û mînaka fedakariyê. We felsefeya neteweya demokratîk pêk anî û nasnameya civakê ku hêzên kapîtalîst û di serî de dewletên neteweyî xwestin tune bike, we îspat kir."
 
Li ser navê Kongeya Star jî Berdevka Fermî Evîn Siwêd axivî û diyar kir ku kongre di qonaxeke nazik û çarenûsî de li dar dikeve ku li Sûriye guhertinên dînamîk pêk tên û tenê hêz li pêş e û dengê çekan bilind e. Evînê, bal kişand ser girîngiya çareseriyên siyasî ya aloziya Sûriyê û wiha axivî: "PYD, xwedî nêrîn e û dikare vê rolê pêk bîne. Ji ber ku yek ji partiyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirandiye."
 
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî lidarxistina kongreya 8`emîn a PYD`ê pîroz kir û got: "Partiya Yekitiya Demokratîk roleke girîng di birêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst û ji bo mayîndekirina biratiya gelan û parastina wê, kedeke mezin da. PYD hîna jî hewl dide ku yekitiya xaka Sûriyê biparêze." 
 
Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk jî şêwirmendê karên sivîl Rêzan Gilo axivî û hêvî kir ku heta avakirina Sûriyeke azad, PYD têkoşîna xwe dewam bike û got: "Herêm di qonaxeke nazik re derbas dibe û rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê. QSD’ê piştevaniya tevahî kedên ji bo yekitiya Kurdan û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm jî wiha axivî: "PYD’ê di salên borî de gelek qurbanî dan û bi van qurbaniyan re Rêveberiya Xweser hat damezirandin. Ji ber partiyê ev fikr pêşkêş kir û pêkhateyên herêmê qebûl kir. Ev şoreşa hevgirtî ya rasteqînî ye û encama têkoşîna partiyekê ku hedefa wê pêkanîna daxwazên gelan be. Çawa ku tevahî hêzên êrişî herêmê kirine, têk birin, dê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin."
 
 
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer di kongreyê de axivî û lidarxistina kongreyê li delegeyan pîroz kir û wiha axivî: "Lidarxistina kongreyê di pêvajoyeke wiha de, îsbata berpirsyariya we di têkoşîn û partiyê de li hemberî gelê we diyar dike. Partiya Yekitiya Demokratîk di pêşkêşkirina çareseriyên demokratîk ên ku xizmeta yekitiya axa Sûriyê û çareserkirina doza  kurdî dike, pêşeng bû." 
 
Emîna wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, hemû hêzên herêmî û navdewletî destwerdana kar û barên Sûriyê dikin, lewma aloziya Sûriyê hem kûrtir bû û hem jî dirêjtir bû."
Emîna Umer destnîşan kir ku heta niha civaka navdewletî nekarî çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibîne û azara gelên Sûriyê bi dawî bikin, tevî ku dizanin ku şer tenê kuştin, wêrankirin û talanê bi xwe re tîne.
 
Emîna Umer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk ji ber projeyeke neteweyî-demokratîk e, nêrînên gelên Sûriyê di avakirina dewleta Sûriyê de esas digire û hewldana avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng dike.