Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be

img

ENQERE – Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, têkildarî Kongreya 4'emîn a HDP'ê ku di 23'ê Sibatê de li dar bixe axivî û got: "Di 2 salên li pêş me de dê xeta polîtîka û rêxistinbûna HDP'ê çalakî û têkoşîn be." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî amadekariyên 4'mîn kongreya HDP'ê ku di 23'ê Sibatê de li Enqereyê li dar bixin û geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubilay, ewil bal kişand ser kuştina 9 kesên li Bajarê Hanau yê Almanya û wiha got: "Em ji malbatên kesên di êrîşê de jiyaına xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Êrîşên nijadparast li gelek welatên cîhanê zêde bûne. Lê mixabin li hemû welatên cîhanê îqtîdarên siyasî van êrîşan nabînin. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em bang li gelê cîhanê dikin ku li dijî van êrîşan têkoşînê bilind bikin." 
 
AMADEKARIYÊN KONGREYÊ 
 
Kubilay, têkildarî Kongreya Mezin a HDP'ê jî axivî û wiha got: “Kongreya me ya Mezin, di vê pêvajoya ku qeyrana aborî, siyasî û herêmî kûr bûye de pêk tê. Bi zanebûn û ferqa vê konjonktorê stratejiya me ya ewil dê diyarkirina nexşerêya siyasî be. Beriya kongreyê me Konferanên rêxistinbûnê yên Jin, Ciwan û 3’emîn Konferansa Mezin li dar xist. Em dê encama van konferansan di hawizê kongreyê de kom bikin û 2 salên li pêş me diyar bikin. Kongreya 4'emîn dê nexşerêya me ya 2 salên li pêş me yên xeta politîk û rêxistinî diyar bikin. Em li dijî hemû polîtîkayên êrîş, zext operasyonên tasfiyekirinê, îzolekirin, qezp, qeyûm, binçavkirin, girtinan dibêjin ‘Em li vir in. Em li HDP’ê ne." 
 
Ji bo em bi hevre 'Bernameya Demokratîk a herî kêm" û "Pêvajoya rêboriya siyasî" ava bikin, dixwazin hemû kesên li dijî "Rêveberiya yek zilamî" û "Rejîma Qesrê" îtîraza wan heye û dixwazin parlamentoya demoratîk û azad bê avakirin, dîsa dixwazin azadiya raman, îfade, daraz, hiqûqê pêş bikeve û edalet pêk bê û em bi hevre dinava jiyanek demokratîk de bijîn di bin sîwanekê de bibin yek û bi hevre têbikoşin. Kongreya me dê der barê hemû pirsgirêkên civakê yên siyasî, civakî, aborî, demokratik, ekolojîk, çandî, jin, ciwan de biryarê bide. "
 
Kubilay bal kişand ser rêziknameyê û wiha axivî: "Di rêziknameyê de biryara du deman heye. Endamên Meclîsa Partiyê yên 2 deman cih girtin dê bên guhertin. Niha rêje ji sedî 25 e. Em di Kongreyê de armanc dikin ku 30 hezar kes beşdar bikin. Dê nûnerên rêxistinên demokratîk, sendika, platform, înîsiyatif, nivîskar, hunermend, rewşenbir û akademîsyen jî di navde dê gelek nasnameyên cuda tev li kongreyê bibin. 
 
NÛNERÊN PARTIYÊN AKP-MHP Û BBP'ê DAWET NEKIRIN
 
Kubîlay, anî ziman ku wan AKP, MHP, BBP dawetî kongreyê nekiriye û wekî din ÎyÎ Partî û Gelecek Partisî jî di navde partiyên li gorî sincê HDP'ê dawet kirine. 
 
ZIMAN NASNAME YE
 
Kubîlay, bal kişand ser 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê jî û wiha got: "Ziman jiyan e. Ziman nasname ye. Êrîş û asimilasyona li dijî ziman, li dijî hebûna mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê tu carî ji têkoşîna parastina ziman paşve gav nayê avêtin. Divê parastin û pêşxistina ziman xala sereke be. Em kesên ji bo ziman têdikoşin silav dikin. Roja zimanê dayikê pîroz be. Zimanên me rûmeta me ye. Em dibêjin bê zıman jıyan nabe.