Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye

img

STENBOL – Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar diyar kir ku tekane berpirsê nelirêtiya li şaredariyên qeyûm hatiye tayînkirin îqtîdar e û got: “Têgihiştinek dê rojekê ji qeyûman hesab neyê pirsîn hatiye destpêkirin.” 

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan ê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e nelirêtiyên li şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin ji ajansa me re nirxand. 
 
Kaplan da zanîn ku ji sala 2016’an ve qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin xesarên mezin dane şaredariyan û li şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn qeyûman di serdema berê de di nava 30 mehan de nêzî 3 milyar û nîv deyn li pey xwe hiştine. 
 
‘QEYÛM DEWAMA POLÎTÎKAYA ÎNKARA 100 SALÎ YE’ 
 
Kaplan anî ziman ku ew qeyûman tenê ne wek desteserkirina mafê hilbijartinê dinirxînin û qeyûm di heman demê de lez dane polîtîkaya pişaftinê jî. Kaplan diyar kir ku li Tirkiyê rejîma qeyûman hatiye avakirin û got: “Qeyûm berdewamiya mufetîşên umûmî ne. Qeyûm dewama polîtîkayên 100 salî yên pişaftin û înkarkirina gelê kurd e. Vê rejîma qeyûm li ser dijminahiya kurdan hatiye avakirin û armanca vê rejîmê qirkirin e. Qeyûm di heman demê de talan, dizekî û bertîlxarin e. Di serdema berê de qeyûman tu xizmet ango xebatê nekirin. Tenê nelirêtiyê û diziyê kirin. Hêj destpêk e, lê qeyûmê Amedê rabûye lambeyên bi bihayê 354 hezar lîrayî milyonek û nîv lîre li serê daye. Ev mînak jî dide nîşandan ku qeyûm xwe bi nelirêtiyê birêve dibin. Ne girtina hevşaredarên me û ne jî tayînkirina qeyûman bi hiqûqê û qanûnan nayê ravekirin. Ya ku pêşiya nelirêtiya li şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin vekiriye îqtîdar bi xwe ye. Tekane berpirsê nelirêtiya li şaredariyên qeyûm hatiye tayînkirin îqtîdar e. Têgihiştinek dê rojekê ji qeyûman hesab neyê pirsîn hatiye destpêkirin.” 
 
MA / Erdogan Alayûmat