Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin

img
AMED - Rêxistina DBP'ê ya Amedê 5’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û got: “Ji niha û şûnde dê tu kes nikaribe kurdan înkar bike û beyî Kurdan siyasetê bike. Li Cenevre, Soçî û Astana paşve vegeriyan. Ji ber bêyî Kurd çûn û vala vegeriyan." 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê bi hişyariya “Bi Ruhê Yekîtiya Neteweyî ber bi Civaka Azad ve dimeşin" 5’emîn Kongreya Asayî li Tesîsên Demîrok a Navçeya Rezan li dar xist. Li Salona kongreyê pankartên “Îtîfaqa mayinde, azadiya mayinde", “Ji bo azadî û aramiyê yekîtiya neteweyî", “Rêxistinbûna Jinê Rêxistinbûna Jiyana Azad e" vekirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka  Giştî ya (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên rêxistinên civaka azad amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garip Kandemir, axivî û ewil 15'ê Sibatê salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Kandemîr, anî ziman ku bi tecrîda li Îmraliyê Tirkiye û Rojhilata Navîn xistine nava kaosek bê dawî û wiha got: "Îro gelê Kurd li dijî komployê li ber xwe dide. Jin û ciwanên Kurdistanê bi can û xwîna xwe li dijî zilmê li ber xwe dan. Ji bo vîna Kurdan tune bikin, serî li hemû rêbazên şer dan, lê Kurdan bi berxwedana xwe ev komplo pûç kirin. Lê hêj ev didome. Divê kurd li dijî komployê bibin yek. Em hevî dikin ku ev kongreya me bibe wesîleya rêxistinek hîn mezintir." 
 
Piştre sînevîzyona têkoşîna gelê Kurd nîşan dide hat pêşandan.
 
‘EM NEVIYÊN ŞÊX SEÎD'IN 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ewil komploya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: "Komplo ne tenê li dijî Ocalan e. Li dijî hemû gelan e. Gelek pêşengên Kurdan hatin darvekirin. Hatin girtin. Şêx Said hat darvekirin. Şêx Seîd gotibû ‘Hûn dikarin îro me darve bikin, lê hûn dê nikaribin pêşeroja me darve bikin. Hûn nikarin neviyên me darve bikin. Em Neviyên Şêx Seîd in. Serê me jê kirin û em darve kirin û gotin em ê tune bikin. Abdullah Ocalan girtin û avêtin gravê û gotin em ê Kurdan tune bikin. Lê bi deh hezaran rabûn ser piyan." 
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTIYA NETEWEYÎ' 
 
Guven, xwest Kurd li dijî êrîşan û li dijî polîtikayên taybet Yekîtiya Neteweyî Xurt bikin û wiha got: “Divê em Kurd li dijî êrîşên taybet Yekîtiya Neteweyî ava bikin û xurt bikin. Em dikarin bi Ruhê Yekîtiya Neteweyî li dijî êrîşên înkar û îmhayê têbikoşin. Divê armanca me ya yekem Yekîtiya Neteweyî be.  Îtîfaqa AKP-MHP'ê ji bo hebûna xwe berdewam bike serî li zilm û zordariyê dide. Heta niha 15 hezar endam û rêveberên me hatin girtin. Endam û rêveberên me bi dehan salan girtî man. Gelo kijan partî li dijî ew qas girti nû ceza dikare li ser piyan bimîne. Ger ku îro em vê salonê tijî dikin, ev nîşan dide ku em bi ser ketine û em ê bi ser bikevin. Teqez serkeftin ya me ye." 
 
KURD NAXWAZIN BÊ STATU BIJÎN 
 
Guven, anî ziman ku êdî Kurd naxwazin bê statu bijîn û wiha bi dawî kir: "Li gel Erdogan, Bahçelî û hemû dijberên Kurdan em ê Statuya xwe bi dest bixin. Sala 2020'an dê bibe sala Statuya Kurdan. Ji niha û şûnde tu kes nikare kurdan înkar bike. Tu kes nikare bêyî Kurdan bi ser bikeve. Kes edî nikare bi înkara Kurdan siyasetê bike. Ji Cenevre, Soçî û Astana destvala vegeriyan. Bêyî Kurd çûn ku destvala vegeriyan. Êdî Tirkiye bêyî Kurd nikare bi ser bikeve. Îro di cîhanê de gelê herî zêde zane, bi rêxistin û li mafê xwe xwedi derdikevin gelê Kurd e. Divê em hemû berê xwe bidin gelê xwe." 
 
‘LI HER DERÊ TECRÎD HEYE' 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz jî anî ziman ku li ser Rêberê PKK'ê Ocalan 21 salin tecrîd heye û wiha got: “Xwestin bi hiqûqa şer, Tirkiyeyê bi faşizmê bi rêve bibin. Xwestin Tirkiyeya bi faşîzmê tê meşandin ava bikin. Îro li her aliyê Kurdistanê tecrîd heye. Di şexsê Ocalan de hemû gelê Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ye. Divê em li dijî vê tecrîdê bibin yek û bi hevre têbikoşin. Divê em li dijî tecrîdê Yekîtiya Neteweya Kurd xurt bikin. Divê em li dijî êrîşên li ser Kurdan yekîtiyê xurt bikin." 
 
Piştî axaftinan û hilbijartina yek lîsteyê ji bo Hevserokên DBP'ê yên Amedê Seval Gulmez û Mehmet Bakir hatin hilbijartin.