Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye

img
EDENE - Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku wê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de bi ser nekeve, lê bedêla vê neserketinê jî gel didin û got: "Îqtîdarê tenê şer û şidet bir herêmê. Pêdivî bi rêveberiyên aştî û biratiyê dixwazin heye." 
 
Piştî hêzên rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê berê xwe dan Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ), Tirkiye li ber vê yekê rabû. Hikûmata AKP'ê piştî vê operasyoonê daxuyand ku wê noqteyên çavdêriyê yên li herêmê vala neke û ji bo rejîma Sûriyeyê operasyonan rawestîne heta meha Sibatê muhlet dabûyê. 
 
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de rû dide nirxand. Piştî vê rageşiyê Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gotibû: "Heger zirar bigihê eskerên me, em ê guh medin Peymana Soçiyê û em ê li her derî li hêzên rejîmê bidin." 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku ji van gotinan dixuyê ku tu dibê qey Tirkiyeyê li hemberî Sûriyeyê şer îlan kiriye. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji ber sewqiyatên tên kirin esker pir dimirin û got, çûyîna Sûriyeyê ne karê Tirkiyeyê û diviya neçûna. 
 
WÊ BI SER NEKEVE 
 
Hatîmogûllari, got: "Ji destpêkê ve Tirkiye der barê Sûriyeyê de, di navbera Rûsya û DYA'yê de siyaseta şantajê dike û dixwaze tawîzan ji her du aliyan biçirpîne. Siyaseta Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de kaotîk e û mehkûmî binketinê ye. Gava em lê mêze dikin em dibînin ku çi gav avêtibin bi bin ketiye. Îjar ên bedêla vê polîtîkaya çewt didin gelên li Tirkiye û herêmê ne." 
 
'AKP'Ê JI DESTPÊKÊ VE PIŞTGIRÎ DIDE ÇETEYAN' 
 
Hatîmogûllari, bibîr xist ku AKP li gor peymana Soçî û Astanayê tev nagere û got: "AKP, ji destpêkê ve piştgiriyê dide çeteyan û li sînroê Sûriyeyê qadeke 911 kîlometre ji bo çeteyan peyda kiriye." 
 
Hatîmogûllari, got: "Li Antakyayê odeyên operasyonê hatin çêkirin. Hema bêje Riha û Dîlok bû binkeya van çetayan. Malovaniya projeya perwerdekirinê kir. Ji bo li hemberî hikûmeta Sûriyeyê û kurdên Rojava şer bikin hin hêz îxrac kirin." 
 
Parlementera HDP'î destnîşan kir ku heger şerê li Sûriyeyê bi rê û rêbazên aştiyane bê bidawîkirin wê tesîrê li tevahiya Rojhilata Navîn bike û got: "Heya pirsgirêka sereke ya vê axê, pirsgirêka kurd, bi rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin û heya gelên herêmê tev mafê tayinkirina çarenûsa xwe bi dest nexin, ne mimkun e mirov behsa azadî û demokrasiyê bike." 
 
'GEL DIQILQILE' 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku tê xwestin meseleya li Îdlîbê bê çareserkirin lê belê Tirkiye bi vî awayî mudaxil dibe û ev yek jî nîşan dide ku di şer de israr dike û got: "Li asîmanên Hatayê balafir difirin. Ji Karahan, Hassa, Îslahiye û Kilîsê esker tên sewqkirin. Li nexweşxaneyên Hatayê hin ode hatine valakirin û nahêlin nexweşên asayî têkevin van odeyan. Ji xwe berê jî derketibû holê ku hin bijîşkên li nexweşxaneyên herêmê di bin navê peywira mecbûrî de şandibûn Îdlîbê. Mixabin di serî de gelê Hatayê û bi giştî 83 milyon mirov ji ber polîtîkayên îqtîdarê diqilqilin." 
 
'DIVÊ GELÊN SÛRIYEYÊ BIRYARA XWE BIDIN' 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê gelên Sûriyeyê ji bo pêşeroja xwe biryara xwe bidin û got, hem li Sûriyeyê hem jî li tevahiya herêmê çareserî tenê bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk pêkan e. Hatîmogûllari, got: "Ji bo şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dawî bibe pêdivî bi muzakere û diyalogê heye. Heger li Sûriyeyê û li herêmê polîtîkayeke aştiyane esas bê girtin wê çareseriyeke mayînde jî çê bibe. Loma divê Tirkiye dev ji sewadaya xwe ya mudaxilekirina axa Sûriyeyê berde. Divê statuya gelê kurd a li Tirkiye û Rojavayê bê qebûlkirin. Di pêvajoya qanûna bingehîn a Sûriyeyê de heger Tirkiye ji bo naskirin û qebûlkirina statuyê piştgiriyê bide gelê kurd wê bi ser bikeve. Lê ji bo vê tu hêviya me ji îqtîdara AKP-MHP'ê tuneye. Li Tirkiyeyê divê îqtîdar biguhere. Ev tenê ne ji bo bindestên li Tirkiyeyê ji bo gelên rojhilata Navîn û gelên Afrîkaya Bakur jî girîng e. Îqtîdar tenê şer û şidet bir herêmê. Pêdivî bi rêveberiyên aştî û biratiyê dixwazin heye." 
 
MA / Hamdûllah Kesen