Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin

img

STENBOL – Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên HDK’ê endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek a ku 240 roj in di rojiya mirinê de ye ziyaret kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan piştî serdanê axivî û got: “Divê ev geden nehelin û neçin.” 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût çûn serdana endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek a 240 roj in di rojiya mirinê de ye. Serdan li mala Bolek a li navçeya Sariyerê li Mala Berxwedanê pêk hat. Dayika Bolek, Aygûl Bîlgî, bavê endamê Grûpê Îbrahîm Gokçek ê 242 roj in di rojiya mirinê de ye Ahmet Gokçek û endamên grûbê siyasetmedaran pêşwazî kirin. Şandeyê ewilî bi malbatan re hevdîtin kirin û malbatan derbarê tenduristî û armanca çalakgeran de siyasetmedaran agahdar kirin. 
 
Piştî serdana li gel malbatan şandeyê Hêlîn Bolek ziyaret kir. 
 
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di serdanê de axivî û got: “Berxwedana we wêneyê Tirkiyê nîşan dide. Ez hêvîdarim wê daxwazên we demildest werin qebûlkirin û hûnê bigihîjin selametiya xwe.” 
 
BOLEK: EM DIXWAZIN HÛN DENGÊ ME RAGIHÎNIN 
 
Hêlîn Bolek malovaniya şandeyê kir û got: “Zilm li ku hebe, berxwedan jî li wir heye. Me jî li dijî vê zilmê bedena xwe daniye holê. Ji we daxwaza me ew e ku hûn dengê me ragihînin.” 
 
Şandeyê piştî serdanê li ber Mala Berxwedanê daxuyanî çapemeniyê. 
 
‘DAXWAZÊN WAN JI BO ME GIRÎNG IN’ 
 
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ew partiyek wisa ne ku baş ji daxwazên çalakgerên rojiya mirinê fêm dikin û got: “Rewşa Hêlîn Bolek nebaş e. Her ku diçe tenduristiya wê xerab dibe û hema bêjê nikare biaxive. Daxwaza Îbrahîm û Hêlîn ji bo me gelek girîng e. Ew tenê dixwazin xebatên wan neyên astengkirin û dikaribin bi serbestî hunera xwe biafirînin. Daxwaza wan serberdana hevalên wan e. Daxwazên wan daxwazên rewa ne û dikarin niha bersivê bidinê. Neqebûlkirina daxwazên wan şerma herî mezin a Tirkiyê ye. Divê demildest daxwazên wan li ber çavan bên girtin. Lazim e ev bedenên wan nehelin û neçin. Divê raya giştî ya Tirkiyê ji bo van daxwazan bêdengiya xwe xera bike.” 
 
‘HÛNERMENDAN DIVÊ AZAD BIN’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî diyar kir ku Hêlîn Bolek ji ber rewşa wê nebaş bû tenê çend hevok ji wan re axiviye û got ew dengê berxwedanê ne. Ûgûrlû got kesên ku hunerê diafirînin demildest bigihîjin azadiya xwe û zextên li ser wan bi dawî bibin. 
 
Piştî daxuyaniyê şande ji Mala Berxwedanê veqetiya.