Dag a HDP’î: Çima polîsan Gulistan Doku ji ESP’ê pirsî?

img

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, Gulistan Doku a ji 5'ê Çile de winda bûye bir rojeva meclîsê. Dag pirsa "Çima Gulistan Doku ji Rêxistina ESP'ê ya Amedê pirsîne?" pirsî. 

 
Parlamtera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Amedê Dersîm Dag, têkildarî windakirina Gulistan Doku ya ji 5'ê Çile de winda bûye û agahî jê nayê girtin pirsname da meclîsê. Dag diyar kir ku Doku herî dawî li tenişta Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin û bi dema bi Zainal Abarakov re bi telefonê diaxivî hatiye dîtin. 
 
Dag, anî ziman ku polîs di 11'ê Sibatê de çûne Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê û Gulistan Doku li wir pirsîne. Dag, anî ziman ku bêyî biryara dozger hebe polîs çawa çûne rêxistina ESP'ê ya Amedê û çima ji wir pirsîne. Dag ev pirs pirsîn: “Ji bo Gulistan Doku bê dîtin lêpirsîn di çi rewşê de ye? Sedema ku çûne Rexistina ESP'ê ya Amedê Glistan Doku pirsîne çiye? Polîs bi fermana dozger çûne ESP'ê ya na? Ger ku polîs bi fermana dozger neçûbin avahiya ESP'ê der barê van polîsan de lêpirsîn hatiye vekirin ya na? Bi serdegirtina ESP’ê dixwazin çi bikin? Dozger cîhazên teknîk ên Zainal Abarokov desteser kirine ya na?"