Kubîlay: Guh bidin Ocalan

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, hişyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “dê polîtîkaya kaos û tundiyê mekanika darbeyê têxe tevgerê" bibîr xist û got: "Em dibînin ku mekanika darbeye ji nûve bi hêz dibe. Ji ber vê yekê divê hûn guh bidin daxuyanî û hişyariyên Ocalan." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, li navenda Giştî ya HDP'ê bi civîna çapemeniyê geşedanên di hefteyê de nirxandin. Kubilay, bal kişand ser operasyonên li tevahiya Tirkiyeyê pêş dikevin û wiha got: "Li Dersîm, Kocaelî, Amed, Enqere, Agirî û gelek bajarên din gelek endam û rêveberên me hatin binçavkirin. Duh li Wanê 17 kes hatin binçavkirin. Îro li Dersimê 10, li Kocaeliyê 9, li Amedê herî kêm 5, li Enqereyê 5 bi giştî nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin zêdetir endam û rêveberên me yên navçe û bajaran û rojnameger hene. Bi wesîleya salvegera 15'e Sibatê bi awayekî keyfî û li dijî hiqûqê tên binçavkirin. Em dixwazin demek berî demekê hevalên me serbest bên berdan. Bi lez destê tundiyê yê ji ser HDP'ê rakin." 
 
'ÇI KARÊ TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ HEYE?' 
 
Kubilay, anî ziman ku di bazara li ser Idlibê û Sûriyeyê de tenê agahiyên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û 3-5 kesên li dora wî hene û wekî din agahiya kesî tune ku bazarek çawa tê kirin. Kubilay, destnîşan kir ku di armanca pêvajoya Astana û Soçî de ber bi dawî ve diçin û ji ber ku tiştek bi dest nexistin, bi armanca metîngeriye bi rêbazên militarist destkeftiyên Kurdan ji bo xwe dikin armanc û wiha axivî: "Ji bo çavkaniyên herêmê bi dest bixin, bi awayekî li dijî pîvan û rêgezan polîtîkaya derve ya militarist dixin meriyetê. Dema balafira Rusya xistin xwar, Erdogan digot 'Çi karê Rûsya li Sûriye heye?' Dîsa dema DYA li dijî DAIŞ'ê şer kir digot 'Çi karê DYA li Sûriyeyê heye? Em jî niha dipirsin. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Çi karê eskerên Tirkiyeyê li Idlibê heye? Eskerên Tirkiye di berdêla çide li Idlibê tên kuştin? Em wekî HDP'ê divê vê yekê bipirsin. 
 
KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ 
 
Kubilay, têkildarî 21'emîn salvegera komploya navdewletî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê kirin jî axivî û wiha got: "Sibê salvegera 15'ê Sibatê Roja ku  Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin e. Di şexsê Ocalan de xwestin gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tasfiye bikin. Îro dixwazin têkoşîna azadiya gelê Kurd li Suriyeyê rawestînin û têk bibin. Dixwazin azadiya Kurdan ber bi pêvajoyek ne yidar de bibin. Vê yekê bi tecrîda mûtlaq a Îmraliyê pêx dixin. Dema em li vê pêvajoyê binerin em baştir fam dikin ku Çima Ocalan ji Sûriyeyê dexistine. Plankerên komployê di serî de DYA Îngiltere, Rusya û gelek welatên din in. Tu carî komplo negihişt armanca xwe. Gelê Kurd ji salên 1999’î heta niha gelek bedelên giran dan. Êşên mezin bi serê Kurdan de hat. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov avêtin zindanan. Xaniyê wan li ser serê wan xera kirin. Neçarî koçberiyê kirin. Ev hemû perçeyekî kompoyê bû. Lê Ocalan li Îmraliyê bi sekna xwe ya bi biryar, têkoşîna xwe ya bi biryar û bi rûmet, ji bo aştî, diyalog û demokrasiyê israr kir. Bi vê israra aştî, demokrasî û diyalogê komplo bi ser neket. Îro di şexsê Rojava de li Rojhilata Navîn berxwedan didome. Projeya wekhevî û azadiyê bi destê gelên birêxistin dikeve meriyetê Ev projeya aştî, demokrasiyê ya gelan nîşan dide ku komplo bi ser neketiye."  
 
'GUH BIDIN OCALAN' 
 
Kubîlay, hişyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “dê polîtîkaya kaos û tundiyê mekanika darbeyê têxe tevgerê" jî bibîr xist û got: "Em dibînin ku mekanika darbeye ji nûve bi hêz dibe. Ji ber vê yekê divê hûn guh bidin daxuyanî û hişyariyên Ocalan. Em carek din îqtîdarê hişyar dikin. Em dixwazin ku Tirkiye ya îmze avêtiye bin peymanên navneteweyi li gorî vê peymanê gavan bavêjin. Em dixwazin tawi li tecrîda li Îmraliyê bînin. Dîsa dest bi diyalog û pêvajoya muzakereyan bikin. Em dixwazin hûn dîsa deriyê aştiya bi rûmet û pêvajoya demokratîkbûnê vekin. Birêz Ocalan dixwaze li vî welatî aştiya herî mezin pêş bikeve. Birêz Ocalan herî dawî got ez amade me ku pirsgirêkê çareser bikim. Ji ber vê yekê guh bidin Ocalan." 
 
 
Kubilay, herî dawî bal kişand ser amadekariya 4'emîn Kongreya mezin a HDP'ê û wiha got: "Di 23'ê Sibatê de dê kongreya mezin a HDP'ê li Enqereyê bê li darxistin. Em armanc dikin ku 30 hezar kes beşdarî vê kongreyê bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku di 23'ê Sibatê de tevli vê kongreya Enqereyê bibin."