HDP wê qaydeya du serdemî bidomîne: Meyla Bûldan û Temellî dîsa bibin hevserok derketiyê pêş

img

ENQERE – HDP’ê di civîna xwe ya navendî de biryara qaydeyê du serdem girt. Di Komîsyona Mutabakatê de li gorî nîqaşên hatine kirin meyla derketiye dîsa hevserokên heyî dê hevserokatiyê bidomînin. 

 
Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya kongreya xwe giştî civîna xwe ya dawî li dar xist. Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî pêk hat. Di rojeva civînê de amadekariyên kongreya giştî ya HDP’ê ku dê di 23’ê Sibatê de pêk were, xebatên Komîsyona Mutabakatê û geşedanên li Rojhilata Navîn hebûn. 
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP’ê hatin bidestxistin; di civînê de biryara ku wek prensîb qaydeya du serdeman neyê guhertin hat dayîn. Tê payîn 20 rêveberên HDP’ê ku du serdem xebitîne di komîsyonên partiyê de wezîfeyê bigirin. 
 
Di HDP’ê de yên ku du serdemên xwe tije kirine navên wan wiha ne: “Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay, Cîgirê Hevserokên Giştî Hişyar Ozsoy yê ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar, Cîgirê Hevserokên Giştî Azad Bariş ê ji Çapemeniyê û Propagandayê Berpirsiyar.” 
 
XEBATÊN KONGREYÊ 
 
Hat zanîn xebata Komîsyona Mutabakatê ku birêve dibe navên endamên Meclîsa Partiyê û kadroyên rêveberiyê jî zelal dike. Serlêdanên tên kirin ji aliyê Komîsyonê ve tên nirxandin. 
 
Ji bo serlêdanên Meclîsa Partiyê sibê bi dawî dibe. Hefteya pêşiya me dê hemû serlêdan zelal bibin. 
 
MEYLA HEVSEROKÊN HEYÎ BIDOMÎNIN DERKETIYE PÊŞ 
 
Hat zanîn ku di gengeşiyên ji aliyê Komîsyonê ve hatine kirin meyla dê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di serdema nû de dê dîsa Hevserokatiya HDP’ê birêve bibin. 
 
ARMANCA WAN EW E TIRKIYÊ BIRÊVE BIBIN 
 
Ji bo ewlehî û xebatên teknîkî yên kongreyê jî amadekariyên dawî tê kirin. Dirûşma kongreyê dê di rojên pêş de zelal bibe. HDP dê li gorî temaya dirûşmê di serdema bê de siyasetê birêve bibe. Hat zanîn ku dirûşm ango gotinên “Em ber bi îqtîdarê ve dimeşin” û “Em hêviyê mezin dikin” derketine pêş. 
 
Wê di 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê de muxalefeta bi hêz tenê têr nake, li hev kirina civakî û birêvebirina Tirkiyê wê ji xwe re esas bigire û di vê çarçoveyê de pratîkê bike. 
 
‘MECLÎSA ŞÊWRÊ’ 
 
Hat zanîn ku di serdema nû ya HDP’ê de “Meclîsa Şêwrê” an jî “Desteya Lihevkirinê” ya ji nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên tên nasîn dê  pêk were û vê yekê wek rêgez pêşkêşî kongreyê bikin. Derbarê vê yekê de hat zanîn ku teklîfa avakirina prensîbek wiha bi endamên Heyeta Mirovên Aqilmend re jî parve kirine. 
 
MA / Bêrîvan Altan