Civîna MYK’a HDP’ê dest pê kir

img
ENQERE - Civîna MYK’a HDP’ê bi tevlîbûn Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dest pê kir. 
 
Civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dibin serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî de dest pê kir,
 
HDP wê di 23’yê Sibatê de, 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar bixe. MYK’a HDP’ê berî kongreyê civîna xwe ya dawî li dar xist. Di civînê de wê mijarên amadekariyên dawî yên kongreyê, lîsteya beşdarvanên navneteweyî yên hatine vexwendin û xebatên amadekariya Komîsyona Mûtebakatê bên nirxandin. 
 
MYK, wê ji bo rêziknameya rêveberiya partiyê ya serdema nû, dê gotina xwe ya herî dawî li rêziknameya serdema duyemîn bêje. 
 
MYK, di civînê de ligel nirxandina xebatên kongreyê, wê krîza li Îdlîbê û geşedanên li Sûriyeyê jî binirxîne. Di rojeva MYK’ê de, salvegera 21’emîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pergala tecrîda li Girava Îmraliyê jî hene.