Başaran: Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn

img

ENQERE - Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên herî giran li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn û got: “Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyek cuda heye. Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn.” 

 
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de, li Meclîsê Civîna çapemeniyê li dar xist. Bajaran, diyar kir ku girtîgehe, yek ji birînên welat ê xwîn jê tê ye û wiha axivî: “Dengê girtîgehan nayê bihîstin. Asta îşkenc û kiryarên xerab ên di girtîgehan de, her roja diçe zêdetir dibe. Nêzî 7 hezar girtiyên siyasî li girtîgehan hene.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN
 
Başaran, da zanîn ku hiqûq li Tirkiyeyê, li gorî sînorê  kes û desthilatdariyê tê birêve birin û wiha bilêv kir: “Niha li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê pirtûk hatine qedexekirin û ev bûye weke qanûnek ji rêzê. Hemû berhemên çapemeniya azad di girtîgehan de qedexe ye. Dîsa li hemû girtîgehan hejmara li ser piyan ferzî girtiyan tê kirin. Hejmara li ser piyan weke ku tê zanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Di heman demê de lêgerîna tazî ferzî girtiyan tê kirin. Girtî ji malbatên wan tên dûrxistin. Bi vê dûrxistina girtiyan malbatan ceza dikin. Di dema sîrgûnkirinê de, nan jî nadin girtiyan. Ligel vê yekê heqaret li malbatan tên kirin, lêgerîna tazî ferzî malbatan dikin û malbata rastî mûameleyên xerab tên.”
 
DI 2 SALAN DE 44 NEXWEŞÊN GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Başaran, bertek nîşanî serbest berdana bersûcê komkujiya Sîwasê Ahmet Tûran Kiliç ê Serokkomar Erdogan ew efo kir, da û wiha got: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de 457 girtiyên nexweşiya wan giran hene. Bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Di navbera salên 2017 û 2019’an de bi giştî 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hîna jî mirovên nexweş tên girtin. Herî dawî nexweşa pençeşêrê Ayten Sarikaya Kestel ji ber parvekirên xw eyên medya civakî hat girtin. Ligel ku rapora girtiyê nexweşîn Mehmet Emîn Ozkan ê 87 salî heye jî nayê berdan.”
 
‘DIVÊ EV HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN’
 
Başaran, bal kişand ser pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirinên mafan ên herî giran li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn. Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyek cuda heye. Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn. Kedkarê çapemeniyê yê girtî Devrîm Ayik ji sedî 76 astengdare. Di hevdîtina herî dawî ya malbatê de, bi sandalyayê biteker derket hevdîtinê. Girtiyên nexweş dibin berpirsiyartiya vê desthilatdarê dene. Divê deshilatdarî demildest vê berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”