HDP beriya kongreya xwe dicive

img

ENQERE -HDP ku amadekariyên xwe yên kongreyê didomîne, dê civîna MYK'ê pêk bîne. Di civînê de li ser nermkirina biryara partiyê ya ji bo 2 serdeman nîqaş bên kirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 4'emîn Kongreya Xwe ya Asayî ku dê 23'ê Sibatê de li Eywana Arenayê li dar bixe, amadekariyên xwe didomîne. Dê HDP nexşerêya xwe li gorî encamên konferansên ku beriya kongreyê li dar xist, diyar bike, ji bo diyarkirina rêveberiya serdema nû di nav mesaiyeke zêde de ye. Komîsyona Mutabakatê ku ji partî û pêkhateyên wê pêk tê, ji bo diyarkirina Meclisa Partiyê (PM), Lîjneya Birêveberina Navendî (MYK), Lîjneya Dîsîplînê û Hevserokên Giştî nîqaşan dike. 
 
Bi namzetên PM'ê ku ji aliyê komîsyonên li 7 herêman hatine avakirin ve hatine pêşniyarkirin re hevdîtin tên kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên partiyê hatin hînkirin, ji bo serlêdanên ku heta 15'ê Sibatê hatine dirêjkirin, eleqeyeke zêde heye. 
 
Di çarçoveya kongreyê de Komîsyona Mutabakatê ya Jinan jî ji bo pêkanîna nûnertiya wekhev a di partiyê de xebatên xwe berdewam dike. 
 
SIYASETA SERDEMA NÛ
 
Komîsyona Berfirehkirinê ku beriya kongreyê hat avakirin, bi akademîsyen, nivîskar, hunermend, zanyaran re civînên maseyên gilover pêk anîn. Civîneke weke civînên Îzmîr û Stenbolê hatin kirin, di 14'ê Sibatê de dê bi nûnerên gel û baweriyan re jî bê kirin. Di van civînê de ji bo siyaseta serdema nû pêşniyar bên girtin. 
 
AMEDEKARIYÊN KONGREYÊ
 
Partî ji bo dûrişmeya "Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" û Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan jî ji bo diyarkirina dûrişmeyên xwe amadekariyên kongreyê didomînin. Jin, xwe bi dûrişmeya "Em jin, di azadiyê bi israr û di têkoşînê de bi biryar in!" ji kongreyê re amade dikin. 
 
BEŞDARIYA NAVNETEWEYÎ
 
HDP'ê ji bo bergiriyên ewlehiyê jî komîsyon ava kiriye û ji bo beşdariya hunermend, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên ku ji derveyî welat bên jî daxwazname şand. Ji rêveberiya SYRIZA'yê 2 kes ji bo tevlîbûnê li HDP'ê vegeriyane. Dîsa ji Almanya, Avûstûralya, Tûnûs, Lubnanê jî beşdar li HDP'ê vegeriyane û tê payîn ku beşdarên din jî di nav hefteyê de li HDP'ê vegerin. 
 
30 HEZAR KES 
 
HDP, hedef dike 30 hezar kesî beşdarî kongreya xwe bike. Partiyê, ji bo bihêzkirina tevlîbûnê li 55 bajaran  Komîsyonên Beşdarîbûnê ava kiriye. Ji bo ku ji Stenbolê 10 hezar û li herêmên Ege û Behre Spî jî beşdarbûneke baş pêk bîne xebatên xwe didomîne. 
 
MYK DAWÎN SIBÊ YE
 
Lîjneya Birêveberina Navendî (MYK), beriya kongreyê dê sibê li hev bicive. Di MYK'ê xebatên amadekariyên kongreyê û Komîsyona Mutabakatê û şîar û mêvanên ku bên vexwendin bên nirxandin. 
 
Mijareke din ku di MYK’ê de bê zelalkirin, nermkirina biryara 2 serdeman a ji bo lîjneyên rêveberiyên partiyê be. 
 
SURIYE-ÎDLIB
 
MYK, dê krîza Îdlibê ku kûr dibe, têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê bigire dest û di heman demê de tê payîn ku 21'emîn salvegera komploya li dijî Serokê PKK'ê Abdûllah Ocalan û tecrîdê jî binirxîne. 
 
MA / Berîvan Altan