Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe

img

STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bal kişand ser bûyerên windabûnê yên ji meha çile vir ve pêk tên û got: “Dewlet vegeriyaye ser kodên xwe yên salên 90’î.” Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî got rayedarên dadî ji destpêkê ve lêpirsînên bêbandor birêve dibin. 

 
Li Dersimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nayê girtin. Li navçeya Elkî ya Şirnexê jî ji 11’ê çile ve agahî ji Hurmuz û Şîmon Dîrîl ên hevjînên hev ku Keldanî ne agahî nayê girtin. Herî dawî Mehmet Bal jî di 24’ê çile ve ji Êlihê ji bo biçe kurê xwe yê di Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê bibîne çû Stenbolê û agahî ji wî jî nayê girtin. 
 
Tevî hemû lêgerîn û hewldanên malbatan jî winda nayên dîtin. Xemsariya rayedarên dewletê ya ji bo windayan jî didome. Mafnas, nûnerên sazî û dezgehan û siyasetmedar vê rewşa bûye mijara gotinê wek “Dewlet vegeriyaye kodên xwe yên salên 90’î” şîrove dikin. 
 
‘DIXWAZIN TIRSA XWE BERÊ ZINDÎ BIKIN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû da zanîn ku di salek dawî de gelek kes li lîsteya windayan zêde bûne û got: “Dewlet dixwaze tirsa xwe ya kevn ji nûve zindî bike. Ji bilî vê yekê ne tiştek din e. Niha jî îqtîdar bi vê yekê dixwaze xwe li ser pêya bigire. Dixwaze tirsa xwe li ser me serwer bike.” 
 
‘PÊWÎSTE ÎQTÎDAR WINDAYAN BIBÎNE’ 
 
Pîroglû diyar kir ku heke dewlet bixwaze dê di heman kêliyê de Gulistan Dokû, malbata Keldanî û Mehmet Bal bibîne û wiha got: “Ev îqtîdar serê her kêliyê bi ÎHA, SÎHA û MOBES’an pesnê xwe dide. Li gorî van amûrên teknolojîk ku li pêş ketine ne mimkin e ku Gulistan Dokû, malbata Keldanî û Mehemt Bal neyên dîtin. Heke ku nayên dîtin sedemê vê yekê helwesta bi qestî ya dewletê ye û bi awayek xwezayî jî berpirsiyarî li ser milê dewletê ye. Pêwîste îqtîdar van bibîne.” 
 
‘DOZGER XEMSAR NÊZ DIBE’ 
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî destnîşan kir ku bûyerên windakirina însanan ên ji salên 90’î mane hêj di bîra civakê de zindî ne û wiha got: “Nedîtina van hemû windayan ji berk u lêpirsînek bi bandor nayê birêvebirinê ye. Hêj aqûbeta bi sedan windayan ne diyar e. Yek ji wan jî Mehmet Bal e. Ji 24’ê çile ve li Stenbolê agahî jê nayê girtin. Malbat serî li dozgerî û emniyetê daye. Lê dozger bi awayek xemsar nêzî mijarê dibe û mîna kenê xwe pê bike. Dozger lêpirsînek bi bandor birêve nabe û piştguh dike. Ez carek din bang li rayedaran dikim ku ji bo van windayan bila lêpirsîn bi bandor birêve bibin.”