Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku li Tirkiye û herêmê li hemberî siyaset krîzî bernameyeke çareseriyê berpêş kirine û di fîkriyata vê bernameyê de keda mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Şenoglû, got: "Divê HDP, ji rewşa parastinê derkeve. Startejiyeke hemleyî pêş ve bixe". 

Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kongreya HDP'ê ku dê di 23'yê Sibatê de li dar bixe nirxand. 
 
Şenoglû, diyar kir ku AKP ji bo îqtîdara xwe biparêze bi gelek klîkan re tifaq çê kiriye û got: "Ev tifaqa bêîtibarkirinê di heman demê de dibe sedema jiholêrakirina wê jî. Wê AKP nikaribe tifaqa xwe ya bi Ergenekonê, kesên wekî Perînçek û Sedat Peker re bidomîne. Çimkî berdewamiya tifaqên kor û berjewendiyî ne mimkun e. Ji xwe tifaqa wê ya bi FETO'yê re li ber çavan e ku çawa xirab bûye". 
 
‘NÎŞANEYÊN FELAKETÊ' 
 
Şenoglû, diyar kir ku ev tifaqa navbirî li ser "dijminantiya bi kurdan re" hatiye çêkirin, lê belê ji daxuyaniyên di demên dawî de jî diyar dibe ku ev tifaq xirab dibe. Şenoglû, destnîşan kir ku her aktor dixwaze bibe îqtîdar û loma ev hewes dibe sedema xirabûna tifaqa berjewendiyî û got: "Niha jî bi hev ketine. Sedat Pekerê ku heta duh jî her kesî dikir xayîn, niha reviyaye derveyî welat. Ka, parastina welat xûypakiya herî mezin bû? Madem wisa ye çima direvî? Perînçek dostê kîjan hêzê ye? Ma ne fîgurekî polîtîk e ku her tim di nav têkiliyên tarî de ye? Perînçek ku nikare sed hezar rayî bigire, lê li ber çavê îqtîdarê kesekî wekî pêşeroja Tirkiyeyê diyar dike tê dîtin. Ev hevkarî, hevkariyeke qirofekî bû. Niha nîşaneyên felaketekê rû didin". 
 
‘KLÎKA DARBEYÊ' 
 
Şenoglû, ji bo reva Sedat Peker, daxuyaniyên dawî yên Dogû Perînçek û serfermandarê berê Îlker Başbûg destnîşan kir ku careke din klîka darbeyê xistine dewrê û di vî warî de gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê "darbeyê" de bibîr xistin. 
 
GEŞEDANÊN LI ÎDLÎBÊ
 
Şenoglû, bal kişand ser geşedanên li Îdlîbê jî û vê yekê wekî hilweşandina polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê nirxand. 
 
Şenoglû, got: "A rast ev polîtîka ji mêj ve hilweşiya bûn. Wê ev polîtîka bi dawî bibin na na? Na bi dawî nabin. Çimkî xwe bi vê stratejiyê ve girêdane û ji bo guherandina hevsengiya Rojhilata Navîn gavin avêtin. Wê xwe bi xwe ji vira dernekevin, lê wê bi awayekî bên derxistin. Ev geşedan, amadekariyên destpêkê ne ku ji bo Tirkiye ji Sûriyeyê bê derxistin. Wê şerê li qadê gur bibe. Loma Tirkiye ji xeynî domandina polîtîkayên şerî pêvtir nikare tiştekî bike. Wê bedêla van polîtîkayan jî îqtîdar bikişîne. Tişta esas ew e ku ev bedêl li gel neyên barkirin". 
 
Şenoglû, ji bo şikandina faşîzmê û polîtîkayên şerî îşaret bi rêxistinbûyînê û berxwedanê kir û got, divê gelên Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên şerî siyaseta aştiyê ava bikin. 
 
Şenoglû, ji bo têkşikandina krîzan jî bal kişand ser pêşvexistina siyaseta demokratîk û tifaqa derdorên muxalif. Şenoglû, got: "Hêzên demokrasiyê, kesên ji bo avakirina komareke demokratîk tev digerin divê ji bo çareseriyê vîneke dîrokiyî bidin der. Hem tiştên li cîhanê diqewimin hem tiştên li Rojhilata Navîn diqewmin û hem jî handîkapên îqtîdara heyî çareseriyeke nîşan nadin. Loma divê hêzên muxalefetê jî xwedî helweseteke radîqal bin û pêşniyarên wan î ji bo çareseriyê jî dorfireh bin û ji bo vê xwedî xeteke çalakiyî bin. Heger ev pêk neyê wê firsend ji dest biçe". 
 
'DIVÊ HDP HEMLEYAN BIKE' 
 
Şenoglû, destnîşan kir ku divê warî de divê HDP'ê hin hemleyan bike û got: "Bernameya siyasî ya HDP'ê, bernameya HDK'ê ye. Bernameyeke mezin a guherandina civakiyî ye. Bernameya avakirina komara demokratîk e. Ji xwe di HDP'ê de têkşikandina faşîzmê û li şûna wê avakirina jiyaneke azadîxwaz a jinê, jiyaneke demokratîk heye. Û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ev vîn derket holê. Dû re jî di gelek waran de îqtîdarê têkşikand. Lê dîsa jî têr nake. Divê HDP xeta sêyemîn, xeta siyasî bi awayekî xurttir ava bike. Divê HDP, li dijî êrîşên rejîmê ji rewşa parastinê derkeve. Divê startejiyeke hemleyî pêş ve bixe". 
 
TECRÎD 
 
Her wiha Şenoglû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tenê ne tecrîdkirina derdorekê ye. Di heman demê de tecrîdkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn e jî. Loma meseleya herî sereke tecrîd e. Çimkî ev fîkriyata HDK û HDP'ê ku niha em li ser diaxivin, fikrîtyata Birêz Ocalan e. Ev bername bernameyeke çareseriyê ye ku bi bi tevkariya hêzên çepgir, sosyalîst û demokrasiyê pêk hatiye. Tirkiye ne mehkûmî faşîzmê ye. Di vê bernameyê de keda mezin a Birêz Ocalan e. Lewma tecrîdkirina Birêz Ocalan, di heman demê de tecrîdkirina vê bernameyê ye jî. Ji bo wekî sala 2013-2015'an careke din Birêz Ocalan  ji bo aştiyê rola xwe û mîsyona xwe bilîze divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo bidawîbûna tecrîdê divê em bitêkoşin". 
 
‘EM MECBÛR IN BI SER BIKEVIN' 
 
Şenoglû, destnîşan kir ku bi pergala tecrîdê re Tirkiye veguehriye siyaseta şer û rûxandinê û got: "Ji bo Tirkiye bibe erdnîgariyeke azadîxwaz û demokratîk, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Ev ji hêla dîrokiyî û siyasî ve jî wiha ye. Lê têkoşîna li hemberî tecrîdê pir di rojevê de nema. Meseleya tecrîdê bi awayekî baş ji gelean re nehat gotin. Baş nehat ronîkirin. Divê em di vê serdemê de vê yekê pêk bînin û bi ser bikevin". 
 
MA / Nacî Kaya - Bariş Ceyhan